Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'

img
 
 
AMED - Şermola Performansê bi lîstika "Bûka Lekî" derket pêşberî şanohezan. 
 
Şermola Performans di çarçoveya bernameya meha Nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê de, bi lîstîka‘Bûka Lekî’ derket pêşberî şanohezan. Lîstik li avahîya Şanoya Bajar a Amedê ya li navçeya Pêyas a Amedê, hat lîstin. Berî lîstik dest pê bike, temaşevanan hêwana şanoyê tijekir û bi kelecan li benda lîstikê man. Lîstik ji aliyê gelek kesan ve bi baldan hat temaşekirin. 
 
'LI DORA MANKENÊ BÊ CAN DIÇIN Û TÊN'
 
Lîstîka 'Bûka Lekî' bal dikşîne li ser jîyanên ku di nav de tekîlîyên "Bêruh" hene. Di lîstîkê de zilamekî ku piştî trawma derbaskirî, ji jiyana xwe ya rastî dûr dikeve. Di heman demê de jineke ku her tim xwe dişibîne kesên din û dixwaze bibe weke wan. Û hevala jinikê ya ku bi awirên gêjikî bi tenê li der û dora xwe dinêre. Sê laş wek di kevîkên firênekan de bigerin li dora mankeneke bêcan diçin û tên. 
 
Bernameya Şanoya Bajar a Amedê ê heta dawîya meha Nîsanê bidome.