Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin

img

WAN - TJA’yê û Navenda Çand û Hunerê ya Aryenê ji bo zarokan şahiya bi navê “Zarokên Rojê” li dar xist. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Navenda Çand û Hunerê ya Aryenê li taxa Zorava ya navçeya Tuşbaya Wanê  bi navê "Zarokên Rojê" şahî ji bo zarokan li dar xistin. Zarokên ku ji bo şahiyê li taxê li qadek vala kom bûn, tevî xebatkarên Aryenê govend gerandin. Zarokan li gel hewaya sar jî eleqeyek mezin nîşanî şahiyê dan, bûkok ango kukla çêkirin û wêne boyax kirin. Zarokên tevli şahiyê bûn kêfxweşiya li ser rûyê wan balê kişand ser xwe.