Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî

img
AMED - Romana "Bihara Bêdawî" ya Ergin Atabey ku ji Weşanxaneya Aramê derket, têkoşîna komek ciwanên ku li Stenbolê xebatên têkoşîna azadiyê dimeşînin vedibêje.
 
Romana Ergin Atabey a bi navê "Bihara Bêdawî" ji Weşanxaneya Aram’ê derket. Ergin Atabey, romana xwe ya bi navê "Bihara Bêdawî" di şexsê hevrêyên xwe Argêş, Rênas û Ogur de diyarî hemû stêrkan dike. Mekanê romanê Stenbol e û têkoşîna komek ciwan vedibêje. Gelhat, Sîdar, Elefterya, Şemsa, Mordem û Mehsûm çend ciwanên sereke ne, yên ku di romanê de bûyer li derdora wan diqewimin. Ev ciwanên ku li vê metropolê têdikoşin, dixwazin ciwanên ji warên xwe hatine sirgûnkirin û di aşê bişaftinê de têne hêrandin, bi rêxistin bikin.
 
“Di tariyê de sîluetên çend xaniyên yekqatî dixuyan. Pişta xwe da dîregê, berê xwe da wan xaniyên li jêrê û çenteyê xwe danî ber lingên xwe. Berî bi rê bikeve di telefonê de bi Amarayî re axivîbû. Ji ber ku zêde bi kelecanî bûbû, gotinên wî bi piranî nebihîstibûn. Lê yên ku di hişê wî de mabûn jî wekî gotinên pêxemberan di serê wî de her dioliyan. Amarayî hema her gav pê re diaxivî û digot: ‘Wa ye diçî. Xwe nede girtin ha! Wekî ku cinawirek ketibe nav keriyê pêz, gel û ciwanên me jî eynî wisa belavî metropolên komarê bûne. Ku hûn rista xwe baş pêk neynin, dê li wan deran winda bibin û biçin. Ne tenê ciwanên me, ciwanên li ser vê axê hemû ketine dafika pergalê. Me jî di ciwaniyê de dest bi têkoşînê kir. Ne kevneşopiyek hebû em xwe lê bigirin, ne jî derfetek. Lê îro? Divê berê we her tim li welêt be. Berê her kesî li welêt be…’ Bi hatina otobosê re ew dengê di hişê wî de qut bû…”
 
Lehengê romanê Gelhat, bi kelecan e û bi tirs e. Ji ber vê li her tiştî bi baldarî dinihêre û xwe bê qeza û bela digihîne Stenbolê. Di rêwîtiyê de her çiqas hin badîre derbas dike jî piştî li Stenbolê, digihîje cihê xwe û kesê dê destpêkê pê re têkilî deyne dibîne her tiştî ji bîr dike.
 
“Hûn çi dikin bikin, lê xayintiyê nekin. Xayintî weke firek jehr e. Xayîn her ku vedixwe lê xweş tê. Her ku lê xweş tê hê zêde vedixwe û dibe xwekuj. Xwarzê tu çîroka hêştirê û striya çolê dizanî? Ez ji xwarziyê xwe re bibêjim. Dema hêştir wê dixwe, ew devê wî dibire û ji birînên devê hêştirê xwîn diherike devê wî. Hêştir xwîna xwe vedixwe. Her ku vedixwe hê zêde lê xweş tê û xwarina striya didomîne. Lê hêştir bi vexwarina xwîna xwe têr nabe serxweş dibe û xwe dikuje. Xwarzê xayin jî wisa ne…”
 
Ev romana "Bihara Bêdawî" ya Ergin Atabey têkoşîna azadiyê ya li metropolan vedibêje û balê kişandiye ser xebat û lêgerîna azadiyê.
 
ERGÎN ATABEY KÎ YE?
 
Ergin Atabey, di sala 1973’yan de li gundê Oxnûtê yê Kanîreşê ya Çewlîgê ji dayik bûye. Di 1999’an de hatiye dîlgirtin û cezayê muebeta giran lê bîrîne. 22 sal e di zindanê de ye û niha di Zindana Boluyê ya Tîpa F'yê de dimîne. Berî niha du pirtûkên wî yên lêkolînê bi navê "Devlet Dışı Toplum ve Demokratik Konfederalizm” û “Hakikat Rejimi” bi zimanê tirkî ji Weşanên Aramê derketine.