Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike

img

WAN - Li Wanê Mûrat Saîd Yaşar, ji ava Gola Wanê 18 cure sabûn çêdike. 

Li Wanê, ji sala 1910'an ve sabûn tê çêkirin. Tê gotin ku li bajêr di sala 1040'î de 60 atolyeyên sabûnê hebûne û li van atolyeyan salê 20 ton sabûn hatiye çêkirin. Her wiha tê gotin ku wê çaxê ev sabûn îxracî welatên wekî Îran û Iraqê jî hatine kirin. Lê niha li bajêr tenê atolyeyeke sabûnan maye. Xwediyê atolyeyê Mûrad Saîd Yaşar, anî ziman ku ew sabûnê ji ava Gola Wanê çêdike. 
 
KARÊ BAV Û KALAN
 
Yaşar, diyar kir ku kalê wî di sala 1910'an de dest bi çêkirina sabûnê kiriye û ew niha pîşeya kalê xwe didomîne. Yaşar, bilêv kir ku sabûna ku çêdikin dişînin gelek deverên Tirkiyeyê û carinan jî derveyî welêt û got: "Di sabûnên me de kîmyasal tune ye. Em ji xeynî ava Gola Wanê em ji defne, reşreşk, gezgezok, lewante, çam, qetran û şîrê keran jî sabûnan çêdikin."
 
AVA GOLÊ
 
Yaşar, da zanîn ku di dema çêkirina sabûnan de ava Gola Wanê bi kar tînin û got: "Em sal û nîveke ji ava Gola Wanê sabûnê çêdikin. Hilberîner ji sabûnên me razî ne. Taybetiyeke ava Gola Wanê heye, gava tê germkirin dibe termal. Kîmyasalên di nava avê de hem paqij in hem jî elemnetine di wesfê dermanan de ne. Flor, klor, karbonat, xwê, soda hwd. element hene. Em vî karî ji dil û can dikin." 
 
Yaşar, diyar kir ku di çêkirina sabûnê de yan divê ava dawerivandî yan jî ava berfê bê bikaranîn û got: "Li cîhanê tekane gola bisoda Gola Wanê ye û me xwest em bi vê avê sabûnê jî çêbikin. Ewilî bi me wekî tiştekî utopîk hat, ji lew re me got dibe ku bibe sedema hin reaksiyonan. Me lêkolîn kir bê ka ev av zirarê dide mirovan an na. Piştî xebateke 8 salan, em bi ser ketin." 
 
18 CURE SABÛN
 
Yaşar ku got li gor daxwazên mirovan sabûnê çêdikin, da zanîn ku ewilî 6 cure sabûn çêkirine, lê niha 18 cure sabûn çêdikin û xwest her kes sabûna ji ava Gola Wanê tê çêkirin biceribîne. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç