Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû

img
STENBOL - 2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi dawî bû. 
 
2'yemîn Mîhrîcana F,lmên Kurdî ya Stenbolê ku ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hat lidarxistin, bi dawî bû. Di mîhrîcanê de ku 6 rojan dewam kir, 28 fîlm hatin nîşandan. Fînala mîhrîcanê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê fîlmê Namo bû Beriya nîşandana fîlmê ji Kolektîfa Sînemayê ya NÇM'ê Adar Taş bi kurdî û Hebûn Polat jî bi Tirkî derbarê mîhrîcanê de axivîn.
 
Di axaftinê de gotina sînemager Yilmaz Guney ku gotibû "Em ê bi ser bikevin" hat destnîşankirin û wiha hat gotin: "Yilmaz Guney, berê kameraya xwe dabû axa xwe. Me jî mîhrîcana xwe di vê çaçroveyê de li dar xist. Mala hemû kesên piştgiriya me kirin ava be." 
 
Piştî axaftinan fgîlm hat nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, derhênerê fîlm Nader Saeivar axiuvî û behsa çîroka fîlm kir. Temaşevanan jî pirs ji derhêner kirin.
 
Piştî gotûbêjeke biçûk, mîhrîcan bi dawî bû.