Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin

img
ŞIRNEX - Li bajarokê Gundikê Melê hatina biharê 'Adarok’ hat pîrozkirin. 
 
Her sal li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê, hatina biharê "Adarokê" tê pîrozkirin. Kevneşopiya dêrîn Adarok ku tê gotin bi sedan sal in li bajarokê didome, her sal wekî mîhricanekê tê pîrozkirin. Beriya Adarokê bi rojekê li devera Çemê Şil ku di navbera Çiyayê Cûdî û Çemê Bestlerê de ye, xwarin di sîtilên mezin de tên çêkirin. Piştî xwarin tê çêkirin, kesên li wir hemû bi hev re dixwin û piştî xwarinê jî govend tên gerandin û lîstikên bi navê Xirtefş û Birgî tên lîstin.
 
Îsal jî Adarok bi pêşengiya Şaredariya Gundikê Melê ya HDP'î hat pîrozkirin. 
 
‘ÎRO SERÊ BIHARÊ YE’
 
Ji welatiyan Ahmet Bayram der barê kevneşopiya Adarokê ev tişt gotin: “Ev şahita me tenê li Gundikê Melê tê lidarxistin. Îro mizgîniya Biharê ye û ji bo me bi wate ye. Îro serê biharê ye, em hatina biharê bi vî awayî pîroz dikin. Li Rojhilata Navîn her kes hatina biharê bi awayekî cuda pîroz dike û em jî bi vî rengî pîroz dikin. Em her sal 29'ê Adarê bi vî rengî pîroz dikin. Gelek kes ji derve tên û tevli me dibin. Ev kevneşopî, bi sedan salin didome."
 
Medîne Yildiz jî anî ziman ku îro ji bo wan rojeke gelek watedar e û got: “Îro, roja yekîtî û hevgirtinê ye. Em bi dîlanê mizgîniya hatina biharê didin. Em vê rojê bi vî rengî pîroz dikin, ji bo sala me bibe kaniya aştiyê."