Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome

img
STENBOL - Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya 2'yan di roja dudoyan de didome. 
 
Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ya 2'yan ku ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hat lidarxistin, di roja 2'yan de didome. Li hêwana Sînemayê ya Cinemajestîk ya li Kolana Îstiklalê gelek fîlm hatin nîşandan. Îro dê fîlmên bi navê Çiroka Tribûnêkê,  Will Waıt, Çerx,  Casımê Celil, Bîrindarim, Wejina Perperoke, Gitmek, Pel, House Without Roof û Landless bên nîşandan.
 
Mîhrîcan dê heya 29'ê Adarê bidome. 
 
FÎLMÊN DÊ BÊN NÎŞANDAN
 
“* 26 Adar: 13 May, Rewşen, Sar, Nani Piroz, Landless, Casımê Celil, Gitmek, Sidik’u Panter, Walnut Tree, House Without Roof,
 
* 27 Adar: Room 217, Suçlular, Gola Cinan, Evin Di Ruye Qırkirine De, Walnut Tree, Şiwenpence, Alf leila Wa leila, Pathway, Avoice From Far Away, Sidik’u Panter, Evin Di Ruye Qırkirine De,
 
* 28 Adar: Piştî Forûma Sînemaya Kurdî, dê fîlmên bi navê Nanî Pîroz û Heskîf bên nîşandan.
 
* 29 Adar: Mîhrîcan dê li NAvenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bi nîşandana fîlmê Namo (20.00) bi dawî bibe.