Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sînamegera kurd Lîsa Çalan, di 26'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê de hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin. 
 
Sînamegera kurd Lîsa Çalan, di 26'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ku li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê hat lidarxistin de hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin. Xelata Çalan ku di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê bû, Serokwezîrê Keralayê dayê. Dema ku Çalan ji bo girtina xelata xwe derket ser dikê beşdarên mihrîcanê li ser piyan bi deqayan jê re çepikan xistin. Çalan, bi kurdî axivî û xelata xwe diyarî qurbanî û birîndarên komkujiya 5'ê Hezîranê, Pirsûs û Enqerê kir. Çalan, di axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên kurd xwe ji nû ve diafirînin û ev tişt got: "Jinên kurd ku li Rojava şoreşeke mezin girtin ser milê xwe, li dijî hovîtiya DAIŞ'ê manîfesto nivîsandin. Ev manîfesto îro hevî dide hemû dinyayê. 
 
MIHRÎCAA KELARAYÊ
 
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ji sala 1996'an ve li ser navê Beşa Karên Çandî ya Dewleta Keralayê ji aliyê Akademiya  Chalachitra a Parêzgeha Keralayê ve tê lidarxistin. Îsal di mihrîcanê de 38 fîlmên derhênerên jin hatin nîşandan. Di mihrîcanê de fîlmê Çalan "Zimanê Çiyayan" hat nîşandan. Wê di 20'ê adarê de Çalan bi qunciknivîsa Asianet News Online Harita Savitri re li Şanoya Tagore jî bernameyek li dar bixe.