Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da

img

AMED - Hunermend Aynûr Dogan li Amedê konserek bi heybet li dar xist. Bi ser du hezar kesî re welatî tevli konserê bûn û Aynûr Dogan wan li ber dengê stran û awazên xwe sermest kir.  

Hunermenda kurd a navdar Aynûr Dogan piştî 7 salan derket gera konseran a Tirkiyê û bakurê Kurdistanê. Hunermenda dengxweş Aynûr Dogan duh bi şev li Amedê konser da. Aynûr Dogan piştî li Stenbolê, Enqereyê û Mêrsînê konserên mezin da, bû mêvanê Amedê û duh bi şev xelkê Amedê li ber stranên xwe sermest kir. Konser li Navenda Çandê ya Şaredariya Amedê hat lidarxistin. Bi ser du hezar kesî re welatî tevli vê konsera bi heybet bûn. Di nava temaşevan û guhdarên konserê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî hebû. 
 
Beriya konserê bi nîv saetî welatî hatin eywanê û cihê xwe girtin. Eywan tije bû û cih lê nema, hin welatiyan li ser lingan li konserê temaşe kir. 
 
BI STRANA 'KEÇA KURDAN' RE COŞ ZÊDE BÛ 
 
Bi temambûna saetê re Aynûr Dogan bi tevli muzîkjenên xwe ve derket ser dikê û bi xêrhatina mêvanên xwe kir. Aynûr Dogan li ser hev gelek stran strî û dengê stranên wê bênavber olan da. Di hin stranan de Aynûr Dogan û welatiyan bi hev re strîn. Konserê nêzî du saetan berdewam kir. Di dawiyê de Aynûrê performansek serkeftîtir nîşan da û welatî li ber stranan rabûn govendê. 
 
Strana ku herî zêde temaşevan li bendê bûn strana “Keça Kurdan” bû. Aynûrê di dawiya konserê de vê stranê jî got û coş û kêfxweşiya xelkê derket asta herî jor. Piştî vê stranê her çiqas Aynûrê xwest xatir ji temaşevanan bixwaze jî lê nehiştin û kirin ku çend stranên din jî bistrê. 
 
Di dawiya konserê de Dogan û muzîkjanan silav dan temaşevanên xwe û konser bi dawî bû. 
 
Li ser xwesteka zêde ya xelkê Amedê, Aynûr Dogan dê îşev jî li heman cihî konsera duyemîn bide. 
 
Hêjiya bibîr xistinê ye ku beriya ku pandemî ango Covid-19 dest pê bike dê Aynûr Dogan di nîsana 2020’an de jî li Amedê konser li dar bixista, lê ji ber pandemiyê betal bûbû.