Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne

img

AMED - Wêjegeh Amed bernameya xwe ya meha adarê eşkere kir û vê mehê li Amed, Mêrdîn û Osloyê bernameyan bi rê ve dibe. 

Wêjegeh Amed ku her meh çalakiyên çandî li navenda xwe li dar dixe, çalakiyên wê yên meha adarê diyar bûn. Wêjegeh Amed vê mehê li Amed, Mêrdîn û Osloyê dê çalakiyan li dar bixe. Ji nav bernameyê çalakiyên bi kurdî bi vî rengî ne:
 
AMED
 
12 Adar: Di çarçoveya “Roja Nivîskar” de, mijara “Edebiyata Devkî û şer”
 
Axiver Şerefxan Cizîrî, Zeynep Yaş
 
Mêvan nivîskar Aytenxan e
 
26 Adar: Di çarçoveya “Roja Nivîskar” de, pirtûka “Efsûna”
 
31 Adar: Di hevdîtina pêncan ya rêzegotûbêjên bi navê “Çanda Kurdan Di Sovyeta Berê De” bi mijara “Xelîlê Çaçan, Xizmeta Malbatekê a 100 Salan”
 
Axiver Aslîka Qadir, Bêlla Stûrkî, Temûrê Xelîl, Saliyê Kevirbirî
 
MÊRDÎN
 
20 Adar: Di çarçoveya “Wêjegeh gerok” de, mijara “Ansîklopediya Tarîtî û Ronahiyê”
 
Axiver Simon Stranger, Lal Laleş
 
OSLO
 
25 Adar: Di çarçoveya “Wêjegeh gerok” de mijara “Nivîskara Zimanê Qedexekirî”
 
Axiver Eyşana Beravî, Mustafa Can
 
Di hevdîtina pêncan ya rêzegotûbêjên bi navê "Çanda Kurdan Di Sovyeta Berê De" Salihê Kevirbirî wê bi mêvanên xwe re, li ser keda Xelîlê Çaçan ya 100 salî ku digel malbata xwe ji bo kurdî rijandiye, biaxive.