Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qaymeqamiya Cizîrê, nîşandana lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" qedexe kir.  
 
Qaymeqamiya Cizîrê, beyî ku tu sedem nîşan bide lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" ya Şermola Performansê ku dê di 12'ê adarê de bihata nîşandan qedexe kir. Şermola Performansê, derbarê qedeya qaymeqamiyê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kiriye ku Qaymeqamiyê ji bo qedexeyê tu sedemek nîşan nedaye. 
 
Daxuyaniya Şermola Performansê bi tevahî wiha ye: "Lîstika me ya Mem hu Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn, 12'ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û di 4'ê adarê de jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin." 
 
Şermola Performansê, bi derhêneriya Mîrza Metînî ev lîstik amade kiriye û ji 3'ê mijdara 2021'an ve li Êlih, Amed, Riha û Qoserê 13 caran hatiye nîşandan.