Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re strana bi navê "Xuçê" çêkirin. Her du hunermend dibêjin ku ew ev stranê diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne dikin.  
 
Hunermend Rewşan Çelîker û Tara Mamedova bi hev re, bi navê "Xuçê" stranek nû amade kirin û strîne. "Xuçê" ango "Xwişkê" ye. Mamedova gotinên stranê nivîsine, Rewşanê jî beste û muzîka wê çêkiriye. 
 
Her du hunermend jî dibêjin ku ew vê stranê hemû jinan dikin. Wan xwestiye bi vê stranê “qîmeta xwişkbûnê bînin ziman.” 
 
Strana "Xuçê" bi belavkariya Believe Labelê li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê hatiye weşandin. Dê klîb ango stran îro saet li 17.30'an li ser kanalên YouTube yên her du hunermendan bê weşandin. 
 
ARMANCA STRANA 'XUÇÊ' 
 
Rewşan û Tara diyar kirine ku ew bi nîyetekê ku straneke gerdûnî çêbikin û diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne bikin derketin rê. Rewşan û Tara xwestin ku ev stran qîmeta xwişkbûnê bîne ziman û wiha dibêjin: 
 
"Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin. Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in û strana Xuçê bi van hest û ramanan hat çêkirin."
 
FIKRA KLÎBÊ
 
Her du hunermend derbarê fikra klîbê de jî wiha gotin: "Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber. Pandemî, şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborî, krîzên ekolojiyê... Em hesreta hêviyeke biçûk in. Di vê serdema ku hêviyên û xeyalên me şolî dibin, belkî divê em bi şidtir xwe bispêrin çîrokan. Bi fikra 'çîrok derman in' em derketin rê û me xwest ji we ra çîrokekê vebêjin."  
 
ÇÎROKA KLÎBÊ
 
Çîroka klîbê jî wiha ye: "Ev çîroka jinikek e ku beriya salan xwiça xwe wenda kiriye û pir bêriya wê kiriye,  rojekê diçe wê koşka ku bi hev ra dilîstin. Ji derincikan hildikişe, dinêre ku ew odeya lê dilîstin ne di ciyê xwe da ye. Li şûna wî dûwareke heye, şaş dimîne. Dema dest dide dîwêr deriyekî vedibe û dikeve nav alemeke xeyalî. Bi hesreta dilê xwe, xuça xwe xêz dike, di wê kêliyê de xuça wê derdikeve holê. Weke berê bi hev re dilîzin, dans dikin û strnanan dibêjin."