"Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."

img

STENBOL – Şanoger Omer Şahîn, ji bo leyîstika wan "Lîstik" ku wê sibê li Stenbolê bê leyîstin bang li şanohezên kurd kir ku bên wan tameşe bikin û ev tişt got: "Kesên dixwazin çiroka şanoya kurdî hîn bibin, bila werin me temaşe bikin."

Komaya Şanoyê ya Teatre Jiyana Nû ku li Stenbolê xebatên xwe yên şanoyê bi rê ve dibe, wê sibê (3'ê adarê) bi leyîstika kurdî ya bi navê "Lîstik" li Eywana Modayê ya li navçeya Kadikoyê ya Stenboê derkeve pêşberî şanohezan. "Lîstik" ji aliyê şanoger Omer Şahîn, Rugeş Kirici û Cîhad Ekîncî ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî Ferhat Feqî ye. Bi Omer Şahîn, Rugeş Kirici û Cîhad Ekîncî ku lîstikê nivîsandine re şanoger Sadik Tûnç, Erhan Mîr û Zeycan Ateş jî di leyîstikê de cih digirin. 
 
Nivîskar û lîstikvanê leyîstokê Omer Şahîn, derbarê "Lîstikê" ve axivî û qala çîroka leyîstikê kir û ji şanohezan kurd xwest ku leyistikan wan tamaşebikin. 
 
ŞANOYA KURDÎ 30 SAL E LI HEMBER ASTENGIYA DIMÎNE
 
Omer Şahîn, da zanîn ku leyîstika "Lîstik" berhema endamên Teatra Jiyana Nû ye û got ku dema pandemiyê li gel hevalên xwe Rugeş Kirici û Cîhat Ekîncî bi hev re leyîstikê nivîsandine. Şahîn, diyar kir ku leyîstik piranî qala astengkirina çîroka şanoya kurdî dike û wiha got: "Me pirsgirêkên ku tên serê şano û şanogerên kurd bi awayekî komedî hilda dest. Şanoya kurdî ji salên 1990’î ve bi astengî û qedexeyan re rû bi rû ye. Di warê lîstikvaniya bi zimanê kurdî de pisgirêkên cûr bi cur derdikevin û carna jî eywanan nadin me. Di warê sîyasî û civakî de gelek tiştên ku hatine serê şanoya kurdî hene. Me jî ew pêkanîn bi awayekî îronîk kir mijara lîstika xwe."
 
NAVEROKA LÎSTIKÊ
 
Şahîn qala naveroka lîstikê kir û ev agahî dan: "Komeke şanoya kurdî heye û ew koma şanoya kurdî dixwaze destana kurdî derxe ser dikê. Di listîkê de lîstikvan têdikoşin ku lîstikê bigihînin temaşevanan. Di nav lîstikê de Lîstik mijareke cûda ye. Em lîstikekê berçav bigirin, ev kesên ku wê listikê da dilîzin, em dibine şahidê pisgirêkên wan. Temaşevan tê provaya şanoya kurdî temaşe dikin. Du lîstik di nav hev da tê lîstin, hevalê me di lîstikê de dixwazin lîstika Derwiş û Edûle bilîzin û peşiya lîstikê pisgirekên dijîn tînin ser dikê. Ka yê bikarin vê lîstikê derxînin pêşberî temaşevanan an ne? Di bersiva wê ji dive ku temaşevan bên lîstikê temaşe bikin û dawiyê bibînin."
 
'WERIN ME TEMAŞE BIKIN'
 
Şahîn, destnîşan kir ku ji ber qedexekirina lîstika wan a "Bêrû" biryara nivîsandina lîstikê dane û ev tişt got: "Me xwest ku bila temaşevanên me bizanin ka em çava wan listika derdixin û çi pisgirêk dijîn. Em di heman demê de kîlera xwe nîşanî gel didin. Em bang dikin temaşevanên me werin, me temaşe bikin û me bi tenê nehêlin. Di rewşên wiha de tişta herî girîng ew e ku mirov xwe tenê hîs neke. Em wek şanogerên kurd bizanin ku gelek temaşevanên me hene û tên piştgiriyê didin me. Ev nayê wê watê ku tenê bila werin lîstika me temaşe bikin, bila bên bi lîstika me kêfxweş bibin û çiroka me hîn bibin. Kesên dixwazin çiroka şanoya kurdî hîn bibin, bila werin me temaşe bikin."