Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'

img
STENBOL - Şanogerên Teatra Sî ya girêdayî GKSM li hêwana GKSM'ê bi lîstika "Tu Ne Gara yî" derketin pêşberî şanohezan. 
 
Şanogerên Teatra Si'yê li hêwana Navenda Çand û Hûnerê ya Golgeyê (GKSM) ya li Esenyûrt a Stenbolê bi lîstika bi navê "Sen Gara Degîlsîn" (Tu Ne Gara yî) a Azîz Nesîn ku wergêrî kurdî hatiye kirin, derketin pêşberî şanohezan. Lîstika "Tu Ne Gara yî" ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin û rastî eleqeyeke mezin hat.
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Lîstika bi navê "Tu ne Gara yî" ya Azîz Nesîn, hin sifetên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van sifetan li desthilatên sedsala bîstan bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne serwext e. Ew bi gotegotan wekî lehengekî tê ragihandin û li cihê lê ji dayik bûye, li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbinyad bi kar tînin û dibin rêveber. Lê belê Gara ji keştiya şer ku noqî avê dibe, difilite û diçe welatê xwe Yuntaburê û li wir çav bi peykerê xwe dikeve. Rantxuriya desthildarên ku xwe spartine lehengiya Gara, dema Gara bi saxî xelas dibe û vedigere bajarê xwe Yuntaburê, aşkere dibe. Desthilatdarên ku bi vê qehremaniya Gara ya bêbingeh bûn desthilatdar, ji bo gel rastiyê fêm neke, nasnameyeke din didin ber Gara. Lê Gara vê yekê qebûl nake û dibe qurbanê desthilatdariyê. Bi Gara re “rastî” jî tê kuştin.