Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir

img

AMED - Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir. Di bernameyê de konser jî hene. 

Şanoya Bajar a Amedê, bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lîstikên “Tartûffe”, “Don Kîxot” û “Hinek Henek” ku raste rast ji hêla koma wan ve tên pêşkeşkirin û çendek lîstikên ku dê ji hêla komên şanoyê yên mêvan ve bên pêşandan jî di nava bernameya wan de hene. 
 
Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercînka dê bi lîstika “Domuz Ahırı”, “Yenîsahne ya Êlihê bi lîstika “Serbaz” û Kumpamya Amed jî bi lîstika “Tayo, Datdat ve Onceki Bazı Hayatlar” li bajêr derkevin pêşberî şanohezan. 
 
Li gel pêşandanên şanoyan, her wiha dê konserên ji hêla Amîdartê ve tên organîzekirin jî bên dayîn. Di vê çarçoveyê de li gel Tûba Kaya, her wiha Guneş Demîr û Ozan Çoban dê di du konserên cuda de derkevin pêşberî temaşevanan. Bernameya ku dê di 3’yê adarê de dest pê bike, heta 26’ê adarê berdewam dike. 
 
Bername wiha ye:
 
* Di 3’yê adarê saet di 19.00’an de konsera Tûba Akkaya heye. 
 
* Di 4’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika Don Kîxot dê were pêşandan. 
 
* Di 9’ê adarê saet di 19.00’an de konsera Guneş Demîr û Ozan Çoban heye. 
 
* Di 11’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika Tartûffe tê pêşandan.
 
* Di 12’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika Tartûffe tê pêşandan. 
 
* Di 13’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika “Tayo, Datdat ve Önceki Bazı Hayatlar” a Kumpamya Amedê tê pêşandan. 
 
* Di 17’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika “Domur Ahırı” ya Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercînka tê pêşandan.
 
* Di 18’ê adarê saet di 19.00’an de “Hinek Henek” heye.
 
* Di 19’ê adarê saet di 19.00’an de “Hinek Henek” tê pêşandan. 
 
* Di 23’yê adarê saet di 19.00’an de “Hinek Henek” tê pêşandan. 
 
* Di 24’ê adarê saet di 19.00’an de bernameya “Hinek Henek” tê pêşandan. 
 
* Di 26’ê adarê saet di 19.00’a de lîstika “Serbaz” tê pêşandan.
 
* Di 27’ê adarê saet di 19.00’an de lîstika “Serbaz” tê pêşandan.