ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist

img
WAN - ARSÎSA bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê şahî li dar xist û sertîfîka da xwendekarên ku bi serkeftî perwerdehiya xwe temam kirin. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê şahiyek li dar xist. Şahî li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di dawiya bernameyê de belgeyên serkeftinê dan xwendekarên ku asta destpêkê temam kirine. 
 
‘EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ DERKEVIN’ 
 
Di bernameyê de ewilî Rêveberê ARSÎSA’yê Mûrat Sekmen axivî û destnîşan kir ku li dijî zimanê kurdî polîtîkaya qirkirinê û asîmîlasyonê tên birêvebirin û wiha got: “Em li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Divê em van polîtîkayan pûç bikin. Divê polîtîka li dijî asîmîlasyonê rabe. Têkoşîna ziman rûmetek mezin e. Divê tevahiya sazî û dezgehên gelê kurd xwedî li kurdî derkevin. Pêwîste em zarokên xwe bişînin kursên zimanê kurdî.” 
 
XWEDÎDERKETIN 
 
Hevseroka HDP’a Bajêr a Wanê Handan Karakoyun jî xwest her kes li zimanê kurdî xwedî derkeve. 
 
‘EM LI BER ASÎMÎLASYONÊ RABIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî destnîşan kir ku netewek biz iman û çanda xwe tê zanîn û ziman nasnameya netewan e û pêwîste her kes li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabe. 
 
BELGEYÊN XWE WERGIRTIN 
 
Di şahiyê de helbest hatin xwendin. Pişt re belgeyên serkeftinê dan şagirtên xwe perwerdehiya xwe ya asta yekemîn temam kirin. Şahî li ber strandina xwendekaran bi dawî bû.