Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin

img

ENQERE - Berdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP’ê Dêrsim Dag diyar kir ku divê di her malê de bi kurdî bê axaftin û wiha got: “Heke em zimanê xwe winda bikin, em ê hem çanda xwe û hem jî dahatûya xwe winda bikin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), par di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de “Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî” ava kiribû û dest bi xebatên zimanê dayikê kir. Di 4’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya HDP’ê de jî li dijî zextên ser ziman û ji bo têkoşîna li dijî polîtîkaya pişaftinê, biryara siyaseteke çalak hate dayîn. 
 
QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ
 
Ji bo ku di nava partiyê de zimanê kurdî hîn bêhtir bê axaftin û di qada cemaweriyê de çalaktir were bikaranîn, biryar hatibû dayîn. Ji bo şopandina vê biryarê jî Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Ji roja hatiye damezirandin heta niha, komîsyon bi gelek rêxistinên civaka sivîl ên têkoşîna ziman didin re hate bahev û piştgirî da. Ji rêveberên navçe û bajêran heta endamên Meclisa Partiyê (PM), Lijneya Reveberiya Navendî (MYK) û parlamenteran, ji bo hemû xebatkarên partiyê qursên zaravayên kurmancî û dimilî hatin destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de her wiha gelek pêşniyazpirs, pêşniyazên lêkolînê û teklîfên qanûnê dan Meclisê. Di heman demê de li ser kursiya Meclisê gelek caran daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî hat kirin, zextên li ser zimanê kurdî hatin vegotin û xebatên pirzimanî yên di xizmetên cemaweriyê de hatin pêşniyarkirin. 
 
Têkildarî xebatên komîsyonê û nexşerêya wê de, berdevka komîsyonê Dêrsim Dag bi ajansa me re axivî. 
 
MEBESTA JI AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
 
Dêrsim Dag anî ziman ku komîsyona wan li ser bingeha nêrîna pirzimanî û pirçandî ya partiyê hatiye avakirin û wiha got: “Ji bo ku xebatên ziman bi awayekî koordîneyî di qada cemaweriyê de, di avadaniya rêxistinê de, di qada perwerdeyê de û li parlamentoyê bên meşandin û ev pêvajo were şopandin, komîsyon hate avakirin. Armanca bingehîn a ji avakirina komîsyonê jî ev bû. Ji bo ku civakek bikare nasname û hebûna xwe biparêze, ziman hêmayekî bingehîn û jiyanî ye. Zimanek ji bo bikare xwe biparêze, hewcehî bi piştgiriya cemaweriyê dibîne.” 
 
POLÎTÎKAYA BÊESILKIRINÊ
 
Dag da zanîn ku bi milyonan kes bi zimanê kurdî diaxivin lê hem di qada cemaweriyê de tu piştgiriyek jê re nayê kirin û li hêla din jî rastî astengiyan tê. Dag, anî ziman ku ji damezirandina komarê heta niha kurd, bi awayekî sîstematîk rastî qirkirinên civakî, çandî û zimanî tên û wiha domand: “Desthilatiyên Tirkiyeyê tu carî dev ji polîtîkaya pişaftin û zextê bernedan. Xebatên partiya me yên ji bo ziman jî her tim bi awayeke derhiqûqî hatin astengkirin. Pişaftin, çanda dewletê ye û ev polîtîka di roja me de jî bûye rêbaza birêvebirinê ya AKP-MHP’ê. Mebesta wan a ji van polîtîkayan ew e ku kurdî êdî neyê axaftin û kurdan ji eslê xwe derxînin.” 
 
PIŞAFTIN
 
Di berdewamê de Dag diyar kir ku divê zimanên li ber tunebûnê êdî di qadên perwerde, siyaset û cemaweriyê de bên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî polîtîkayên pişaftin û zextê, berpirsyariya me ya herî mezin ew e ku em zimanê kurdî pêşve bibin. Em dixwazin ku kurdî di her qadên jiyanê de rojeva sereke be.”
 
JI BO UNESCO’YÊ RAPOR
 
Parlamenter Dag destnîşan kir ku ji bo partiyiyan xebatên hînkirina zimanê kurdî dane destpêkirin û ev agahî dan: “Me bi piştgiriya Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo tevahiya partiyê qursên zaravayên kurmancî û dimilî dan destpêkirin. Dewreya yekemîn a perwerdeyê di gulana 2021’an de bi dawî bû. Niha jî bi tevlibûna bi sedan hevalên me, ev qurs bi rêk û pêk berdewam in. Hevalên me yên parlamanter jî gelek caran li ser kursiyê meclisê zext û qedexeyên li ser ziman derhî kirin û ji bo ku balê bikişînin ser van zextan jî bi kurdî axivîn. Di çarçoveya xebatan de me bi zêdetirî 25 rêxistinên civaka sivîl, weşanxane, saziyên ziman, baro û dezgehên çapemeniyê re hevdîtin kirin û bi hev re xebat meşandin. Ji bo pêşîlêgirtina qedexeyên li ser ziman û bidawîkirina polîtîkaya pişaftinê, me pêşniyarên xwe weke raporek pêşkeşî UNESCO’yê kirin. Xebatên me dê bênavber bidomin.” 
 
‘XELK DIXWAZE ÊŞA XWE BI KURDÎ VEBÊJE’
 
Bi domdarî jî Dag daxuyand ku heta niha 650 kes tev li qursên wan bûne û wiha derbirî: “Qursên me ji 4 astan pêk tên. Zêdetirî 10 mamoste jî tev li bûne. Seferberiya me ya ji bo ziman, bandoreke erênî li ser axaftinên bi kurdî yên di çalakiyan de jî kir. Xelkê herêmê bi kurdî diaxive û dixwazin ku nûnerên wan bi kurdî baxivin û êş û xemên xwe bi zimanê xwe ji wan re vebêjin.”
 
BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ
 
Dêrsim Dag got ku bêtehemûliya li dijî kurdan û kurdî her ku diçe zêdetir dibe û ev rewş wiha nirxand: “Hemû rojname, tv, kovar û malperên înternetê yên bi kurdî tên qedexekirin û astengkirin. Bi hinceta ‘muzîka kurdî’, destûra konseran nayên dayîn. Gelek hunermendên kurd tên binçavkirin û gefa girtinê lê tê xwarin. Şanoyên bi kurdî tên astengkirin û li Meclisê jî ji bo zimanê kurdî pênaseya ‘zimanê nayê zanîn’ tê kirin. Ji roja destpêka damezirandina Tirkiyeyê heta niha ev polîtîkaya yekperest didome û AKP jî bi heman awayî tevdigere.” 
 
TRAVMAYA ZIMAN
 
Dag bal kişand ser travmaya gelê kurd a ziman û wiha got: “Li her cihekî vî welatî xwîna kurdan rijiyaye û keda wan tê de heye. Rastiyek li holê ye ku zimanê fermî bi darê zorê tê hînkirin. Zarokên kurd bi lêdanê hînî zimanê perwerdeyê dibin. Di her zarokekî kurd de travmaya ziman heye. Ev jî rê li ber pirsgirêkên pedogojîk vedike û gefê li hebûna kurdan dixwe. Axaftina bi kurdî û perwerdeyê bi zimanê dayikê, mafê me yê herî bingehîn e. Durûtiya desthilatdariyê, di dersên bijarte de xuya bû. Dersa bijarte ya kurdî di sala 2012’an de kete meriyetê lê di van 10 salan de tenê 70 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Ji bo bi milyonan zarokên kurd, tenê 70 mamosteyan bes dibînin. 500 mamosteyên kurd li benda tayîna xwe ne. Gelo heta ku hûn materyal û mamosteyan amade nekin, dê vê dersê çawa bidin?”
 
‘DIVÊ BI KURDÎ BÊ AXAFTIN’
 
Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag da zanîn ku li hemberî van polîtîkayan dê xebatên xwer berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi qasî mijareke çandî, her wiha ziman ewqas jî mijareke siyasî ye. Li cihekî ku ji her kesî re ‘tirk’ tê gotin, hewceye em hebûna xwe biparêzin û ber bi pêşerojê ve bibin. Li dijî polîtîkaya pişaftinê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî. Heke zimanê me tune bibe, wê demê em ê hem çanda xwe, hem civaka xwe û hem jî dahatûya xwe winda bikin. Divê li her malê kurdî bê axaftin û em qedir bidin zimanê xwe. Hewceye em hemû destkeftiyên xwe ji bo axaftin û pêşvebirina ziman bi kar bînin. Pêwîste rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar hîn bêhtir xwedî li kurdî derbikevin. Divê em yek kêliyê jî tawîzê ji têkoşîna ziman nedin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan