‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’

img

STENBOL - Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyên 21’ê Sibatê yên Stenbolê bûyîn diyar kirin ku mirovek tenê dikare bi zimanê xwe, hebûna xwe biparêze. Welatiyan anî ziman ku divê her malbatek ji ewil kurdî hînî zarokên xwe bike û xwestin ku êdî zarokên kurd li dibistanan bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin. 

 
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta pîrozbahiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li avahiyên HDP’ê yên Esenyurt, Zeytînburnu û Sûltanbeyliyê forum û şahî li dar xistin. Di şahiyan de welatiyan bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî. 
 
‘ZIMAN HEBÛNA MIROVE’
 
Têkildarî mijarê hevseroka HDP’a Esenyurt a Stenbolê Antîke Tarhan bal kişand ser girîngiya axaftina bi kurdî û wiha got: “Hewceye gelê kurd, xwedî li zimanê xwe derkeve. Xwedîderketina li ziman a herî pîroz ew e ku hemû kes di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Çand, dîrok û huner, ev tevek jî girêdayî hev in. Divê em zarokên xwe bi çanda xwe mezin bike. Ziman, hebûn û tunebûna me ye. Heke zimanê me nebe, wê demê em jî tune ne. Şoreşa me, bingeha xwe ji ziman digire lewma divê em bi taybet jî xwedî li ziman derkevin.” 
 
‘EM Ê LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’
 
Di berdewamê de jî Tarhan anî ziman ku zarokên kurd, pêşeroja gelê kurd e û wiha domand: “Divê em dîroka gelê xwe, hînî dîroka xwe bikin. Em zimanê xwe nadin jibîrkirin û ziman bo me tiştekî pîroz e. Heke em xwedî li zimanê xwe xwedî dernekevin, em ê nekarin li xwe jî xwedî derkevin. Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
‘BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’
 
Ji beşdarên pîrozbahiyan Zekî Orhan jî diyar kir ku zimanê kurdî, zimanekî pîroz e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê li ber xwe dide. Zimanê me, xweş e û em dixwazin ku zarokên me li dibistanan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Divê em zimanê xwe bi veşarî neaxivîn. Ez bi xwe bi tirkî nizanim û hewceye hemû kes bi vekirî biaxive. Zarokên me hêj baş bi zimanê dayika xwe nezanî diçin dibistanê û hînî tirkî dibin.”
 
‘ZIMANÊ ME ŞEREFA ME YE’
 
Welatiya bi navê Mekiye Açikalin jî got ku bila dayikên kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û ev tişt anî ziman: “Zimanê me, şerefa me ye. Bila hemû kes bi zimanê xwe biaxive. Çi dibe bila bibe, hewceye dayikên kurd ji ewilî kurdî hînî zarokên xwe bikin. Heke zimanê me winda bû, wê demê em jî dê tune bibin. Dema em xwedî li zimanê xwe derketin, wê demê tu êrişek nikare me têk bibe.”
 
‘ZIMANÊ XWE HÎNÎ ZAROKÊN XWE BIKIN’
 
Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Kerem Kartal jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Bi sedan sal in ku li ser zimanê me zext û zordarî hene. Li hemberî vê zordestî û polîtîkaya pişaftinê, em jî dê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî ya herî girîng ew e ku em zarokên xwe hînî kurdî bikin. Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin, ev ziman dê roj bi roj bihele. Her wiha pêwîste ku zarokên me li dibistanan bi zimanê xwe bên perwerdekirin.”
 
MA / Mazlum Engîndenîz