Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin

img
ENQERE - Hîndekarê Beşa Ziman Dîrok û Erdnîgariyê ya Fakûlteya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Ozgur Aydin got ku ji bo zimanek bikare hebûna xwe biparêze û civakî bibe, hewceye di serî de wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn. 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li seranserî cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman ber bi tunebûnê ve ne û di her 15 rojan de zimanek tune dibe. Li gorî Atlasê, yewnaniya Kapadokyayê ya li Tirkiyeyê ber bi tunebûnê ve ye û zimanê Mlahso ku li Lice ya Amedê tê axaftin, piştî ku Îbrahîm Hanna çûy Sûriyeyê û jiyana xwe ji dest da, di sala 1995’an de tune bû. Zimanê Ubihçayî di sala 1992’yan de bi mirina Tevfîk re tune bû. Her wiha zimanên ermenîkiya rojava, abhazî, adîgeyî, kabar-çerkesî, dimilî, hemşînî, abazayî, lazî, yewnaniya pontusî, romanî, suretî, gagavuzî, ladînoyî, turoyoyî û hertevînî jî li ber tunebûnê ne. 
 
Ji roja damezirandina Komarê Tirkiyeyê heta niha polîtîkaya “yekzimanî” tê sepandin û 36 zimanên din ên ji bilî tirkî tên axaftin jî ber bi tunebûnê ve diçin. Saziyên ji bo zindîkirina van zimanan hatibûn avakirin, hatin girtin. Bi sedema “gefê li ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê dixwe”, di 21’ê mijdara sala 2016’an de Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman a Kurd (KURDÎ- DER) hate girtin. 
 
ZIMANÊ DAYIKÊ BI PERWERDEYÊ TÊ PARASTIN
 
Pisporên ziman dibêjin ku ji bo parastina ziman, hewcehî bi perwerdeyê heye. Têkildarî mijarê endamê Lijneya Rêveber a Nûnertiya Komeleya Ziman û Wêje ya Adigeyî ya Enqereyê Şakir Koç anî ziman ku zêdetirî 157 sal in li dîasporayê dijîn û wiha got: “Mirov tenê dikare bi perwerdeyê rê li ber tunebûna ziman bigire. Ji bo ku zimanê me neyê jibîrkirin, hewldanên me hene. Lê ji bo ku gelê me dîsa li zimanê xwe vegere, bo me çendek sal hewce ne. Divê gel bi berpirsyarî nêzî vê mijarê bibe û xwedî li zimanê xwe derkeve. Bi vê yekê re dikare rê li ber tunebûnê bê girtin.” 
 
ZAROKÊN KU BI ÇERKESÎ DIAXIVIN TUNE NE
 
Nûnerê Komeleya Çanda Kafkasan a Stenbolê Mûrat Papshu jî diyar kir ku nikare bibêje çerkesî zimanê wî yê dayikê ye û wiha domand: “Ev yek baş nîşan dide bê ka biyanîbûneke çawa heye. Di temenekî biçûk de me dest bi dibistanê kir lewma min nekarî hînî zimanê xwe bibim. Bi hewldanên xwe hinek hîn bûm. Ji bo parastina zimanekî, perwerde nebe nabe. Li Tirkiyeyê gelek ziman û çand hene lê polîtîkaya dewletê ne wisa ye. Niha tenê yek zarokekî ku bi çerkesî diaxive tune ye. Perwerdeya bi zimanê çerkesî niha zêde pêkan nîne lê bo kurdî hêj jî hêvî heye. Ziman, ji girîngtirîn hêmayên çandê ye. Divê gel li zimanê xwe xwedî derkeve.”
 
‘BERPIRSYARÎ YA DEWLETÊ YE’
 
Derheqê mijarê de Hîndekarê Beşa Ziman Dîrok û Erdnîgariyê ya Fakûlteya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Ozgur Aydin jî anî ziman ku bi pergala kapîtalîzmê re ji ber zextê gelek ziman tune dibin û wiha pê de çû: “Ji bo parastina zimên, tiştên ku şexs bikarin bikin kêm in. Berpirsyarî di stûyê dewletê de ye. Ji bo ku zimanek bikare hebûna xwe biparêze û civakî bibe, di serî de pêwîstî bi perwerdeya zimanê dayikê heye. Ji ber ku ji fêrkirina wî zimanî zêdetir, divê di wî zimanî de perwerde bê dayîn ku hejmara kesên bi wî zimanî diaxivin zêdetir bibe.” 
 
‘ZIMANÊ TIRKÎ ZEXTÊ LI ZIMANÊN DIN DIKE’
 
Aydin destnîşan kir ku zimanê fermî zextê li zimanên din dike û wiha pê de çû: “Zimanekî ku di nava sînorên malê de hatiye hiştin, bi demê re dê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Perwerdeya bi zimanê tirkî, li Tirkiyeyê bandorê li zimanên din dike. Ev jî rê li ber tunebûna wan zimanan vedike. Jixwe heta niha li Anataoliyayê 3 zaman tune bûne. Derdora 30-42 ziman li Anatoliyayê hene. Lê rewşeke xeternak li ser van zimanan heye. Ev ziman tevek jî dikarin bibin zimanên perwerdeyê. 
 
‘HEMÛ ZIMAN BINIRXIN’ 
 
Bi domdarî jî Aydin da zanîn ku hewl didin bi lez û bez daneyên zimanên ber tunebûnê komî ser hev bikin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ev xebatên me jî weke xebatên cihêkariyê tên pênasekirin. Lê ev dane ye, rastiyên zanistî ne. Ji bo Almanya, Yewnanistan an jî Bulgaristanê em xwe aciz dikin û dibêjin çima bi zimanê tirkî perwerde nayê dayîn. Lê dema mijar dibe welatê me, hemû kes xwe li kerr û laliyê di dane. Ev, tiştekî rast nîne. Tirkiya li Almanyayê xwedî çi nirx be, dimilî, kurdî, lazî, abazayî, hemşînî û suryanikî jî xwedî heman nirx e.”