Roger Waters banga berdana Dûrak kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Roger Waters, ji bo berdana Nûdem Dûrak ji ber stranên kurdî hatibû girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn bang kir. 
 
Endamê koma muzîkê ya îngiliz a bi navê Pink Floyd Roger Waters, ji bo Nûdem Dûrak ji ber stranên kurdî ji sala 2015'an ve li Girtîgeha T3ipa M a Baybûretê girtî ye û 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan kir. Waters, diyar kir ku Dûrak xwişka wan e û nedayîna meteryalên muzîkê ya Dûrak nayê qebûlkirin û wiha got: "Derbarê daxwaza nasîna kurdan de hûn çi difikirin bifikirin, nêzikbûna hunermendan a welatekî mîna Tirkiyeyê ku xwedî mîrateyeke dîrokî ya hunerî ye nayê qebûlkirin." 
 
Waters, di kampanya ji bo Dûrak de bi awayekî aktîf cih digire. Beriya niha kesên mîna Angela Davîs, Noam Chomsky, Ken Loach, Davîd Graeber, Peter Gabrîel jî ji bo Dûrak banga "edaletê" kiribûn.