'Rik'a Bahoz Baran derket

img

AMED - Weşanxaneya Wardozê pirtûka çîrokan "Rik" a Bahoz Baran çap kir. Di pirtûkê de neh çîrok hene.

Bahoz Baran bi berhemeke nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka çîrokan a bi navê "Rik" ku nivîskar Bahoz Baran demeke dirêj e li ser dixebitî, ji Weşanxaneya Wardozê  derket. Di pirtûka ku 120 rûpel e de, neh çîrokên Bahoz Baran hene: Meqes, Xewn, Cezayê Ezraîlî, Hundir, Meraq û Mikurîyek, Du Rêwî, Kevirên Serhişk, Rik û Daxwaza Dawî.
 
Ji çîroka Hundir bendek: "Çi dima ji mirovan, gerek çi bimaya ji wan? Kumek, saetek, gopalek, bilayek... Dikir nedikir qebûl nedikir, ne rengek, ne dengek, dihatin û diçûn. Her ku van tiştan êrişî wî dikir, wî xwe li nivîsê digirt. Xweda ku Xweda bû, ma wî jî xwe li nivîsê negirtibû?"
 
BAHOZ BARAN KÎ YE?
 
Bahoz Baran di sala 1982'yan da li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa perwerdeyê xelas kiriye. Di sala 2015'an da li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî da dest bi lîsansa bilind kir. Yek ji edîtor û xwediyên Weşanên Wardozê ye. 
 
Berhemên Bahoz Baran ev in: 
 
* A baş (çîrok)
* Derb (çîrok)
* Ferhenga Bişaftinê (raman)
* Motik (Meselok)
* Rêzimana Kurmancî
* Qîza Bavê Xwe (çîrok)
* Rik (çîrok)
* Rêbera Rastnivîsînê (tevî Komxebata Kurmanciyê)