Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn

img
ÎZMÎR - Di dosyaya derhêner Abdulselam Kilgi ku duh bi şev li Îzmîrê hatibû binçavkirin de biryara nepeniyê hat dayîn. 
 
Di dosyaya derhêner Abdulselam Kilgi ku bi navê Selamo tê nasîn û duh bi şev dema ku dixwest biçe Mêrdînê li Balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê hatibû binçavkirin de biryara nepeniyê hat dayîn. Hat diyarkirin ku Selamo di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye binçavkirin û biryara nepeniyê ya li ser dosyaya wî ji parêzerên wî re nehatiye ragihandin. Derbarê Selamo de ji bo 4 rojan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û li Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê tê girtin.