Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin

img

STENBOL -  Navenda Çand û Hunerê ya Golge bi armanca damezrandina xwe ya salvegera 10’emîn bi beşdariya hezaran kes konsere li dar xist û bi coş hat pîrozkirin. 

Navenda Çanda û Hunerê ya Golge (GKSM) bi minasebeta salvegera 10'emin li eywana Çand û Hunera Şaredariya Esenyurta Stenbolê konserek mezin li dar xist. Parlamenterên Partîya Demokrata a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Hevserokê Rêxistina HDP'a Bajarê Stenbolê Ferhat Encu, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî konserê bûn. Ji ber beşdariya zêde cihê rûniştinê li eywanê nema.
 
'KES NIKARE MUZÎKA KURDÎ TUNE BIKE' 
 
Piştî xêrhatina mêvanan pêşkêşvanên bernameyê peyama GKSM’ê xwendin. Di peyamê de bal kişandin êrişên li ser ziman û hunera kurdî û wiha hat gotin: “Kes nikare huner û muzîka kurdî tune bike. Ev pergala kapîtalîst dixwaze gelê kurd û hemû gelên bindest û tune bike. Pergal lîstikên qirêj û polîtîkayên bişaftinê li ser gelan bi rê ve dibe. Lê belê bila her kes bizanibe ku em destûr nadin çand û hunera me bê tunekirin. Di milê çand û hunerê de barê giran dikeve ser milê saziyên me yên çandî. Yek ji van şaziyên me jî GKSM ye. Em ji kar û barên wan re serkeftin dixwazin." 
 
Piştî xwendina nameyê hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî temaşevan û guhdaran kirin. Hunermendan di konserê de stranên wek "Girtiyên Azadiyê", "Şoreşa Rojava", "Çav Bella" û gelek stranên ji hev xweştir strîn. 
 
COŞEK MEZIN HEBÛ 
 
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rûken Yilmaz, Koma GKSM’ê, Hunermed Mehmet Atli, Husnu Arkan, Koma Şanoya GKSM’ê û lîstikvanên dansê ya gel a GKSM’ê derketin ser dikê, stran û hunera xwe pêşkêş kirin. Di konserê de coşek mezin hebû. Di konserê de li ber stranan govend hat gerandin û welatiyan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
Konser bi gerandina govendê bi dawî bû.