Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin

img

STENBOL – Hunermendên NÇM'ê, bertek nîşanî astengkirina muzîka kurdî dan û gotin ku wê heta dawiyê bi zimanê xwe hunera xwe bikin. 

 
Di 29'ê çileyê de li Kolana Îstaklalê ya Taksîma Stenbolê, polisan êrişî stranbêjên kurd kiribûn û ew binçav kiribûn. Piştî ku dîmenên dema êriş û astengkirina polisan li ser medyaya sanal hatin parvekirin, gelek kesan bertek nîşan da û bi çalakiyên cûr ve cûr piştgiriya stranbêjên kurd kirin. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derbarê mijarê de axivîn û bertek nîşanî astengkirina stranên kurdî dan. 
 
'SED SAL IN ÊRIŞ DIKIN'
 
Hunermende NÇM'ê Talat Yeşîl diyar kir ku sed sal in êrişî stranên kurdî dikin û wiha got: "Ev ne tenê netehemûlkirina zîmane kurdî ye, li vê erdnîgariyê li dijî hemû zimanan ev êriş heye. Ev polîtîka bi destê dewletê gelek caran bi cureyên cûda hatiye meşandin. Îro jî ev polîtîqa berdewam dike. Li hemû qadan gelê me bi êrişên bi vî rengî re rû bi rû dimîne. Piraniya êrişan jî li kesên ku xebatên ziman û çandê dikin tên kirin. Duh pirtûk, sînema û rojnameyên kurdî qedexe dikirin îro jî stranên kurdî qedexe dikin. Divê hunermendên kurd li dijî van êrişan bêdeng nemînin û bertekên mezin nîşan bidin. Em ê li hemû kuçe û kolanan stranên xwe bibejin. Heta dawiya jiyana xwe jî em ê hunera xwe bi zîmane xwe bikin. Em vê neyartiyê şermezar dikin. Divê ji xwendin û nivîsandina kurdî û zimanên din re rêz bê girtin."
 
'DIVÊ GELÊ ME ÇANDA XWE BIDE JIYÎN'
 
Organîzatorê NÇM’ê Dîlan Sûyû jî bi lêv kir ku êrîşa li Îstiklalê ya li dijî cîwanên kurd li dijî çand, huner û zimanê kurdî hatiye kirin û ev tişt got: "Li Îstîklalê bi her zimanî stran tên gotin. Lê dema ku kurdî be tê astengkirin. Gelo çima dema ku kurdî ye tê astengkirin? Bingeha vê ji bêtehemûliya zîmane kurdî tê. Lê divê gelê me her tim li dijî êrişan zîman û çanda xwe bide jiyîn."
 
MA / Mazlûm Engîndenîz