Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin

img

AMED - Stranbêjên kurd ên ciwan bertek nîşanî astengkirina muzîka kurdî dan û gotin: "Dê bi astengkirinan nikaribin zimanê kurdî û dengê muzîka kurdî asteng bikin." 

Li Kolana Îstiklalê ya Beyoglû ya Stenbolê polîsan nehiştibûn muzîkjenên kuçeyan bi kurdî bistrên. Piştî dîmenên vê astengkirin li ser medyaya sanal belav bûbûn, gelek kesan bertek nîşanî vê astengkirinê dan. 
 
'KURDÎ NAQEDE'
 
Li Amedê xebatkarên Akademiya Ma Musicê jî bertek nîşanî astengkirina muzîka kurdî dan.
 
Perwerdekarê akademiyê Xebat Yîgît, anî ziman ku zext û zoriyên li ser ziman û çanda kurdî bi salan e didomin. Yîgît, bilêv kir ku êrişên li ser muzîka kurdî hîn jî didomin û got: "Muzîka kurdî cardin hat astengkirin. Paşê wekî asteng nekiribin daxuyanî dan. Ev daxuyanî ne samîmî ne. Mirovan dixapînin. Em berbayî van daxuyaniyan nakevin. Her kes bi polîtîkayên qirêj ên li hemberî kurdan tên kirin diznae. Lê em muzîkjenên kurd em ê nehêlin zimanê me winda bibe. Dê stranên me neqedin. Em ê tim binivîsin, bibêjin. Divê ew jî zanibin ku dê kurdî neqede." 
 
'NIKARIN DENGÊ ME BITEPISÎNIN'
 
Stranbêj Evîndar Dulek jî anî ziman ku tim dibin şahidê van êrişan û got: "Dewleta tirk êdî di her warî de hewl dide dengê kurdan bitepisne. Em jî li ber vê radibin. Dixwazî bila li seranserê cîhanê muzîka kurd û zimanê kurdî qedexe bikin. Lê dê nikaribin di jiyana mirovan de qedexe bikin. Dê nikaribin zimanê kurdî û dengê muzîka kurdî bitepisînin." 
 
Dulek, destnîşan kir ku dê di her warî de çanda kurdî biparêzin û got: "Êriş çid ibin bila bibin lê em ê li her derî zimanê xwe û stranên xwe biparêzin û bibêjin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Stranbêj Sarya Ertaş jî qedexekirina konserên bi boneya 30'yemîn salvegera damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bibîr xistin û got: "Wê demê jî destûr nedan. Ji ber zimanê kurdî mudaxileyên bi vî rengî dikin. Bi zanebûnî dikin. Lê me wê çaxê jî bertek nîşan da, em niha jî nîşan didin."
 
Ertaş, bilêv kir ku tişta niha hatiye kirin ne ya ewil e û got: "Her ku ev mudaxile zêde dibin, xem hîn bêtir dixebitin. Ji bo me nabe tişta dawî. Ew çi qasî di tunekirinê de israr dikin bila bikin, em ê jî di hebûnê de bêtir israr bikin. Bi salan mudaxileyî muzîka kurdî dikin, lê nikarin tiştekî bi ser tiştekî bixin. Em xebatkarên muzîka kurdî em ê tim bitêkoşin."