Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike

img

STENBOL - Hunermendên NÇM’ê û aktîvîstên TJA’yê li dijî astengkirina muzîka kurdî ya ji aliyê polîsan ve pêk hat, li Kolana Îstîklalê protesto kirin û gotin kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike.  

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hevpar li dijî astengkirina muzîkjenên kurd a li Cadeya Îstîklala Beyogluya Stenbolê pêk hatibû, çalakî li dar xistin û protesto kirin. Hunermend û aktîvîst li Cadeya Îstîklalê li hev kom bûn û tevî barîna zêde ya baranê jî çalakî li dar xistin. Hunermendan li erbaneyan dan û stranên wek “Zimanê Kurdî” û “Keleşo” stirîn. Xelkê derdorê jî eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan û li çalakiyê temaşe kirin. 
 
'KES NIKARE ZIMAN Û STRANÊN ME ASTENG BIKE’ 
 
Pişti çalakiyê hunermendan û aktîvîstan nerazîbûna xwe anî ziman. Li ser navê girseyê endama NÇM’ê û dengbêj Xalîde Kirik axivî û wiha got: “Zimanê kurdan hebûna kurdan e. Û tu kes nikare zimanê kurdî tune û asteng bike. Zimanê me hebûna me ye. Hebûna me jiyana me ye. Dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Yê ku êrişan dibin ser zimanê kurdî bila viya baş bizanibin, wê kurd dest ji ziman û stranên xwe bernedin. Êrişa li ser ziman û stranên kurdî, êrişa li dijî tevahiya gelê kurd e.” 
 
Piştî axaftina Xalîdeyê çalakî bi dawî bû.