Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin

img
AMED / MÊRDÎN - Hunermendan li Amed û Mêrdînê qedexekirin û astengkirina stran û muzîka kurdî ya ji aliyê polîsan ve pêk hat şermezar kirin. 
 
Li Amedê bi pêşengiya saziyên çand û hunerê û ziman, astengkirina stranbêjên kurdî yên li Kolana Îstîklala Stenbolê ji aliyê polîsan ve pêk hat şermezar kirin. Hunermendên Akademiya Ma Musicê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, rêveberên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, nûnerên rêxistinên sivîl li Kuçeya Hunerê kom bûn û qedexekirin û astengkirina stranên kurdî protesto kirin. 
 
Hunermendan di vê çalakiya hunerî de li erbeneyan dan û stranên kurdî gotin. Li ber dengê erbanê û stranan govend hat gerandin û welatiyên derdorê bi çepikan pişgirtiya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hat berzkirin. Pişt re çalakî bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Mêrdînê çûn pêşberî Medreseya Zîncîriyeyê û stranên kurdî gotin û zextên li ser ziman û hunera kurdî şermezar kirin. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê jî piştgirî dan hunermendan. Jinan di çalakiyê de stran strîn û diyar kirin ku ew ê qedexekirina stranên kurdî qebûl nekin. 
 
Govend hat gerandin û dîmenên xweşik derketin holê. Welatiyên di ber çalakiyê de deras bûn jî destek dan çalakiyê. 
 
'DIVÊ ÊDÎ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’ 
 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu di çalakiyê de axivî û got: “Li ser çand, ziman û nasnameya kurdî êrişên mezin hene. Ev qedexe û astengî nayên qebûlkirin û em ê tu carî qebûl nekin. Divê her ziman, her ol û her reng bi xwe bimîne û hebûna wê were parastin. Em pir zelal û eşkere bang dikin û dibêjin, divê êdî zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”