Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû

img
AMED - Akademiya Ma Musicê wê şahiyek xweş û rengîn li dar dixe. Dê Ma Musîc bi wesîleya salvegera damezrandina xwe ji bo bîranîna Egîtê Cîmo “Rojên Muzîkê” li dar bixe. 
 
Akademiya Ma Musicê li Amedê gelek xebatên serkeftî bi rê ve dibe. Ma Music di warê her beşên muzîkê de muzîkjenan digihîne û ji bo damezrandina xwe her sal rojên muzîkê li dar dixe. Ma Musicê wê di navbera 23-25 û 30’ê çile de “Rojên Muzîkê” li dar bixista û bernameyê diyarî mîrê bilûrê Egîtê Cimo bikira. Lê ji ber şertên hewayê ev bername hatibû taloqkirin. Ma Musicê bernameya xwe ya nû eşkere kir û raigihand ku ew ê bernameya xwe di navbera 30’ê çile û 9’ê sibatê de li dar bixin. Bername dîsa wê ji bo bîranîna Egîtê Cimo were lidar xistin. 
 
Wê roja ewil a bernameya “Rojên Muzîkê” di 30’ê çile de li avahiya Ma Musicê were lidarxistin. Her wiha bernameya di 7’ê sibatê de jî wê li avahiya Ma Musicê û bernameyên di 8-9’ê sibatê de jî li Şanoya Bajêr a Amedê werin lidarxistin.