Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin

img

AMED - Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn diyar kir ku ew daristana tê xwestin li ser navê Devlet Bahçelî were çêkirin berdewamiya “Polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” pênase kir. 

Li ser daxwaza Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) tê xwestin ku navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li daristanek nû ku wê li Çiyayê Kirklara navçeya Sûra Amedê were çêkirin bikin. Xelkê Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên kurd li hember vê projeya tê xwestin bikeve meriyetê bi bertek in û nerazîbûna li dijî vî navî berdewam dike. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn û hunermend Rênçber Agirî bertek nîşanî navê Bahçelî dan. 
 
 
QIRKIRINA ÇANDÎ YE 
 
Ekîn bertek nîşanî navê Devlet Bahçelî da ku li daristanê were kirin û wiha got: “Bi destên qeyûman li bajarên Kurdistanê qirkirina çandî pêk tê. Ez vê projeyê wek berdewamiya ‘Polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ penase dikim. Seranserî dîroka mirovahiyê tim wisa bûye; li aliyekî mêtinger û dagirker li aliyekî din jî gel û berxwedêr hene. Ziman, çand û kevnşepiyên vî gelî înkar kirin. Hin nirxên çandî û hunerî kirin tirkî û dixwazin asîmîle bikin. Qeyûm danîn ser îradeya gel. Qeyûm di serî de saziyên çandê navê hemû saziyan guhertin. Niha jî dixwazin bi navê Devlet Bahçelî polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe berdewam bikin.” 
 
DIVÊ JI ZAROKAN HETA KAL Û PÎRAN BERTEK NÎŞAN BIDIN 
 
Ekîn anî ziman ku gelê kurd pir eşkere navê Devlet Bahçelî naxwaze li ser deverek û cihek wan taybet bê kirin û got: “Bi salane Devlet Bahçelî ji gelê kurd re dibêje, ‘dabeşkar, terorîst, kurd û zimanê kurdî tune ye’. Halbûkî axa Mezopotamyayê her tim dergûşa şaristaniyê bûye. Îro jî zîhniyetek li dijî her cûre daxwaz û deverên kurdan dixwaze navê wî/wan were lê kirin. Lê divê ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan divê tu kurdek nehêle navê ferasetek wiha li axa wan were kirin.” 
 
‘BILA NAVÊ TAHÎR ELÇÎ AN KESEK DIN LÊ BIKIN’
 
Ekîn diyar kir ku Çiyayê Kirklar di dîroka gelên herêmê û Amedê de xwedî cihek girîng e û cihek stran li serê hatine gotin û hêj ew stran di bîra gel de ne. Ekîn got lêkirina navê Devlet Bahçelî nayê qebûlkirin û lê li şûna navê wî bila navê însanên ji bo vî bajarî û gelê bedena xwe dane an jî nirxek mîna Tahîr Elçî heye bila navê wan li wir were kirin. Ekîn da zanîn ku wê berteka li dijî navê Bahçelî wê berdewam bike û bang kir ku biryara navê Bahçelî paş ve were kişandin. 
 
‘BI VÎ NAVÎ HEQARETÊ LI ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ DIKIN’ 
 
Stranbêj Rênçber Agirî jî destnîşan kir ku heke navê Bahçelî li vê daristana bîranînê were kirin wê heqareta li dijî gelên herêmê be were hesibandin û wiha got: “Ev navê tê xwestin wê tenê bandorê li ser Çiyayê Kirklarê neke, wê li ser tevahiya gelê herêmê bike. Beriya her tiştî lê kirina vî navê heqareta li dijî erdnîgriya me ye. Navê dijminê kurdan li axa kurdan dikin. Wê kurd tu carî vî navê qebûl nekin. Însanên li Kurdistanê dijîn wê vê destûr nedin vê yekê. Dixwazin bi vî navî nirxên gel tune bikin. Heke dixwazin vî navî biguherînin li Amedê navê gelek nivîskar, hunermend, dengbêj, rewşenbîran heye bila lê bikin. Navê kuçe, meydan, kolan û deverên me diguherînin û navê dijminên kurdan lê dikin. Dixwazin çand û nirxên me parçe û dabeş bikin û bikin malê xwe. Em ê her tim li dijî navê Bahçelî rabin û qebûl nekin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş