Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'

img
STENBOL - Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê ya li Esenyûrtê, ji bo zarokan çalakiyek li dar xist. 
 
Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê ku li navçeya Esenyûrt a Stenbolê ye, ji bo zarokan çalakiya "Çîrok Mîrok" li dar xist. Di çalakiyê de çîroka şivan û beqê hat gotin. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Piştî gotina çîrokê, tiştanok ji zarokan hatin pirsîn. 
 
Çalakî bi zûgotinoka dewam kir û bi çepikan bi dawî bû.