‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’

img

STENBOL - Stranbêjên li Cadeya Îstîklalê stranên kurdî disitrên diyar kirin ku ew bi zextên polîsan re rûbirû dimînin û amûrên wan tên desteserkirin û cezayê pereyan li wan dibirin. 

Li Cadeya Îstîklalê ku li Taksîma Stenbolê ye ji her netew, çand, bawerî û zimanan xelk lê diçe û tê. Cihek pir qelebalix e. Bi qasî qelebalixiya xwe jî dikarî her cûre mirov lê bibînî. Bi salan e gelek ciwanên kurd li vê cadeya qelebalix li enstrûmanan didin û bi kurdî distirin. Ev ciwanên kurd ên ku distirin jî hem di warê zextên polîsan de hem jî di warê aborî de rojên zehmet derbas dikin. 
 
Van stranbêjên kurd ji ber stranên kurdî dibêjin bi tundî û pêkûtiyên polîsan û zabiteyan re rûbirû dimînin û enstrûmanên wan jî tên desteserkirin û cezayên perayan li wan tê birîn. Ew stranbêjên kurd dibêjin gelek kes li wê cadeyê li enstrûmanan dide û distirê lê belê tenê ceza li yê kurd tê birîn û bi zextan re rûbirû ne. 
 
XWEDÎ LI MÎRASA STRANÊN KURDÎ DERDIKEVIN 
 
Mehmet Yuksel ê ku zemanek dirêj e li kolanan stranan dibêje diyar kir ku xelk bi taybetî eleqeyek mezin nîşanî muzîka kurdî dide û ew jî stranên kurdî distirin. Yuksel bal kişand ser girîngiya muzîka kurdî û stranên kurdî û gelek hunermendên kurd ji wan re mîrasek mezin hiştine û ew jî dixwazin xwedî li wê mîrasê derkevin. 
 
‘EV DER NE NE CIHÊ KURDAN E’ 
 
Yuksel da zanîn ku ji ber ew bi zimanê kurdî disitirê bi zextên olîsan re rûbirû dimîne û got: “Zextên li dijî kurdan li vê qadê jî berdewam dikin. Her ji destê me tê em bi zimanê xwe disitirên. Polîs ji me re dibêjin, ‘Ev der ne cihê kurdan e, hûn nikarin li vir stranên kurdî bêjin’. 200 lîre pere ceza li min û hevalên min birîn. Vê jî derbasî bacê dikin. Em di heman demê de debara xwe jî dikin. Lê ji ber zextên polîsan em birêkûpêk nikarin debara xwe bikin.” 
 
POLÎS WAN ASTENG DIKIN 
 
Devran Ronî jî anî ziman ku 6 sal in stranan dibêje û ew jî wek hevalê xwe Mehmet Yuksel bi zextên polîsan re rûbirû dimîne. Ronî da zanîn ku zextên polîsan li aliyekî karê wan asteng dike û li aliyê din jî krîza aborî ya ku her roj kûr dibe tesîrek neyînî li ser wan dike. 
 
‘EV DER TIRKIYE YE’ 
 
Ronî destnîşan kir ku hin kesên nijdaperest dema li ser cadeyê di ber wan re derbas dibin gotinan ji wan re dibêjin û got: “Hin kes wexta di ber me de derbas dibin dibêjin, ‘li vê derê bi kurdî stranan nebêjin, ev der Tirkiye ye’. 6 sal in ez bi kurdî stranan dibêjim. Her ku ez hebim ez ê bi kurdî stranan bibêjim.” 
 
POLÎS Û ZABITE LI WAN DIDIN 
 
Ferhat Demîr jî anî ziman ku 10 sal in ew bi karê muzîkê re mijûl e û 4 sal in jî li kolanan stranan dibêje û got: “Zabite û polîsa zextan li ser me dikin. Nahêlin ku em stranên kurdî bibêjin. Hin caran polîs û zabite li hevalên me didin. Stranên kurdî wek tiştek matmayî dibînin.” 
 
JI BER STRANÊN KURDÎ TÊN BINÇAVKIRIN 
 
Farûk Urun jî anî ziman ku ew li Cadeya Îstîklalê hunermendiya kolanê dike û gelek kesên biyanî jî li kolanê hunera xwe nîşan didin lê belê tenê kesên kurdî stranan dibêjin bi zextan re rûbirû dimînin. Urun diyar kir ku ji ber ew stranên kurdî dibêjin gelek caran polîs wan binçav dikin û dibin qereqolê îfadeyên wan digirin. Urun got ew ji bo vê yekê çareseriyê dixwazin. Urun got 
 
JI POLÎSAN DIREVIN Û STRANAN DIBÊJIN 
 
Ahmet Naîfoglû jî anî ziman ku ew ji polîs û zabiteyan direvin û stranên kurdî dibêjin û gelek caran cezayên pereyan li wan tê birîn. 
 
MA / Dogan Kaynak