Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan

img
ŞIRNEX - Şanoya "Werne Ziman" a Şanoya Bajêr a Êlihê, li Silopiyayê hat pêşandan. 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, şanoya "Werne Ziman" a Şanoya Bajêr a Êlihê li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Silopiyayê hat pêşandan. Şanohezan eleqeyeke mezin nîşanî şanoya "Werne Ziman" dan. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleymen Şavlûk û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di nav de gelek kes şanoyê temaşe kirin.
 
Şano, bi govendgerandin û stranan bi dawî bû. 
 
Şanoya "Werne Ziman" ku di sala 2021'ê de ji hêla Şanoya Bajêr a Êlihê ve hatiye amadekirin û 6 şanoger tê de dilîzin, bal dikişîne ser pirsgirêkên civakî û aborî.