Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand

img

AMED -  Leyîstika pêkenok a “Serbaz” ku ji aliyê koma Yenîsahneya Êlihê ve hatiye amadekirin, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê mêvanê amediyan bû. Lîstik ji destpêkê heta dawiyê temaşevanan dide kenandin.  

Lîstika “Serbaz” a Yenîsahneya Êlihê li Amedê bû. Derhênêr û wergêrê lîstikê Yakûp Selîmoglû vê lîstika “Serbaz” ji pirtûka nivîskarê Bûlgar Hristo Boyçev wergerandiye û ev lîstikek komedî ye. Lîstik qala şeş nexweş û bijîjkek pir ciwan di beşa psîkiyatrîkî ya piçûk de ku li keşîşxaneyek kevn a Balkanan e, terkî çarenûsa xwe têne kirin û li çiyayan winda dibin dike. 
 
CIH LI EYWANÊ NEMA
 
Lîstik ji sala 2019’an ve hatiye amadekirin û derdikeve turneyan. Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya bernameya xwe ya meha kanûnê de leyîstika “Serbaz” vexwend Amedê û lîstik roja şemiyê û yekşemê mêvanê Amediyan bû. Lîstik li ser dika Şanoya Bajêr derket pêşberî şanohezan. Bi sedan welatî beşdarî temaşekirina lîstikê bûn. Her du rojan jî cih di eywana şanoyê de nema û hin kesan li ser piya temaşe kir. 
 
Lîstik ji destpêkê heta dawiyê bi awayek komedî ye. Çawa ku bi kêliyên komedî dest pê dike bi kêliyên komedî jî bi dawî dibe. Ji ber peyv û tevgerên lîstikvanan ên pêkenok temaşevanan bênavber kenand û li ser hev li çepikan dan.  
 
HETA DAWIYÊ PÊKONOKΠ
 
Lîstikvan bi performansek serkeftî leyîstikê didin pêşandan û yek ji yekê xweştir dike û bi rolek jêhatî radibin. Di dawiyê de temaşevanan bi deqîqeyan li ser pêya ji şanogeran re li çepikan dan û ew pîroz kirin. 
 
Erdal Kaya, Gulistan Şahîn, Kenan Demîr, Mehmet Sevîlgen, Mennan Oncu, Mûrat Kûrhan, Serdar Bîçîmlî û Yakûp Selîmoglu lîstikê bi kurmanciyek fesîh rave dikin.