Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist

img
 
AMED - Hunermend Rewşan Çelîker li Wêjegeh Amed gotûbêjek li dar xist û diyar kir ku ew dixwaze di navbera stran ango helbestên klasîk û nûjen de pirekê ava bike. 
 
Wêjegeh Amed ji bo hunermend Rewşan Çelîker li cihê xwe yê li semta Dîclekentê gotûbêj û çalakiyeke îmzeyê li dar xist. Gotûbêj bi mijara “Muzîka kurdî di endustriya muzîkê de" pêk hat û gelek kes beşdarî gotûbêjê bûn. Ji berpirsên Wêjegeh Amed Xelîl Semed moderatoriya gotûbêjê kir. Di gotûbêjê de beşdaran pirsên xwe ji Çelîkerê kirin. 
 
Çelîker li ser “Muzîka kurdî di edustriya muzîkê de” rawestiya û vê mijarê bi berfirehî nirxand. Çelîk li ser helbest ango besteyên klasîk û nûjen rawestiya û ew dixwaze di navbera besteyên klasîk û nûjen de pirekê çêbike û lewma wê besteyên Aram Tîgran striye û çend helbestên Fêrikê Ûsiv kirine beste. Çelîker anî ziman ku ew dixwaze stran ango helbestên ji devê gel û hêmanên li gorî ruhê gel bistrê. Çelîker destnîşan kir ku dema carina ew stranan dibêje digirî û got: “Her çiqas ji destê min tê dixwazim stranên xwe hîs bikim. Kela dilê min radibe. Dibe ku ew hestên min feyzê li ser hin guhdaran neke.”
 
Çelîker anî ziman ku divê kes zirarê nede stranan û pêwîste li şûna zirarê xwedî lê derkeve. Çelîker diyar kir ku di vê serdemê de jin bêtir li keda xwe xwedî derdikevin û haya wan ji çand û hunera wan heye û li ser pêyê xwe bisekinin.  
 
Piştî gotûbêjê Çelîker CD’iya xwe ji bo guhdarên xwe îmze kir.