Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir

img
AMED - Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30'yê cotmehê çû ser dilovaniya xwe, dê îsal pêşbirka 9'emîn a helbestê bê lidarxistin.
 
Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 9'emîn ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.
 
Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin ê xwîneran bike ev in; 
 
* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
 
* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.  
 
* Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
 
* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.      
   
* Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
 
* Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
 
* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
 
* Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
 
* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 
 
* Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin. 
 
* Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
 
* Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 
 
* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 
 
* Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
 
* Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê navnîşanê re bêne rêkirin:
 
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî 
Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 5. Sokak, Ademoğlu Apt, No:8, Daire:7, Yenişehir/Diyarbakır
(li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
 
* Serlêdanên rûbirû nayên qebûlkirin. 
* Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin. 
* Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
* Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Adara 2022an dosyeyên xwe bişînin.
 
Endamên Jûriya Pêşbirkê jî wiha ne: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Rêdûr Dîjle