Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan

img
AMED – Anadolu Quartet ku bi pirzimanî kemanê dijenîne li hemamek dîrokî ya Sûra Amedê konserek li dar xist û dengê stran û awazên pirzimanî olan dan. 
 
Anadolu Quartet bi organizasyona Amîdartê li Hemama Deva ya dîrokî ya li Sûra Amedê qonserek li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn. Anadolu Quartet ku bi pirzimanî li kemanê dide ango muzîkaliyê dike, muzîkhezan li ber dengê kemanê û stranên ku hatin gotin kêfxweş kir. Ev grûp bêtir muzîkal e. Lê hunermend Mehtap Arslanargun vokaliyê ji grûpê re kir û bi zimanên wek kurdî, tirkî, ermenkî, sirbkî, erebî, makedonî û lazî strî. 
 
Anadolu Quartet bêtir li ser terza muzîka Anatoliyê û Mezopotamyayê radiweste û awazên van her du herêman bi kemanê dijenîne. 
 
Li hemama dîrokî dengê stran û awazên kurdî, lazî, tirkî, ermenikî û sirpî bilind bû. Stran û awazên ku li hemamê olan dan temaşevan ango guhdaran kêfxweş kir. 
 
Grûp wê îro di saetên êvarê de jî li Mêrdînê konserekê bide muzîkhezan.