LaWje li Stenbolê konsertekê dide

img
STENBOL - LaWje ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike, wê di 17’ê kanûnê de li Stenbolê derkeve ser dikê. 
 
LaWje bi stranên xwe yên herêma Behdînanê tê zanîn. LaWje stranên herêma Behdînan ango Colemêrgê yên kevneşopî berhev dike û bi formek nû dide guhdarkirin. LaWje ji destpêka vîrûsa koronayê (Kovîd-19) cara yekem e li Stenbolê wê derkeve ser dikê û konsertek li dar bixe. Konser wê di 17’ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Suleyman Seba ya Beşîktaşê were lidarxistin. LaWje wê li ser dikê stranên klasîk ên wek “LaWjeyên Evîniyê” bi nav dike bistirê. 
 
LaWje di meha cotmehê de li Amed û Êlihê konseran li dar xistibû. LaWje diyar kir ku konserên wan ên li bajarên Colemêrg, Wan, Cizîr û Sêrtê ya betal kirin û ya jî cih nedane wan û got: “Her çiqas em stranên xwe li Stenbolê bêjin jî, lê dilê me li ba gelê me lê dide û em ê stranên xwe ji bo gelê xwe bêjin.”