Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî

img
MÊRDÎN - Walîtîya Mêrdînê ku bi hinceta "pandemiyê" destûr nedabû lîstika bi kurdî, destûr da lîstika bi tirkî. 
 
Walîtiya Mêrdînê, di 5'ê kanûnê de bi hinceta "pandemiyê" destûr nedabû lîstika bi kurdî Tartûffe ya Şanoya Bajar a Amedê. Lê derket holê ku Walîtiyê destûr daye lîstikeke din a şanoyê ya bi tirkî. Hat hînbûn ku Walîtiyê destûr daye lîstika "Agaçlar Ayakta Olur" a bi tirkî ya Şano Kareyê ku wê di 12'ê kanûnê de bê leyîstin. Me xwe gihand Şano Kareyê ku wê lîstika wê ji aliyê Nevra Serezlî ve bê leyîstin û piştrast kir ku ji lîstika wan destûr hatiye dayîn. 
 
AYAV BERTEK NÎŞAN DA
 
Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdûllah Ayav, têkildarî mijarê daxuyanî da û ev tişt got: "Em bi vê biryarê jî fêm dikin qedexe tenê ji bo lîstik û şahiyên kurdî heye. Walîtîya ku angaşt dike li dijî kurdî tu pirsgirêkeke wan tune ye, bi vê biryarê derxistiye holê ku ne jidil e. Li dijî vê qedexe û astengiyê em ê çalakiyê xwe li her derê kurdî bikin."