‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’

img

HATAY - Elewiyê Ereb ê ji Hatayê Nurettîn Bolat ku dijberî pişaftina çandê têdikoşe, diyar kir ku hemû rejîmên ku zextê dikin, ji hunerê ditirsin û got: "Ji ber huner guhertinê pêş dixe, rejîm herî zêde ji hunerê ditirse."

Komeleya Piştgirî û Alîkariya Civakî ya Ava Tomrukê, berî 13 salan li navçeya Samandagê ya Hatayê hat avakirin. Elewiyê ereb Nurettîn Bolat, di bin banê komeleyê de Koma Muzîkê ya Sakî û Koma Şanoyê ya Dika Xeyalan ava kir û li dijî pişaftina çandê têkoşînê dimeşîne. Bolat destnîşan kir ku divê têkoşîna herî mezin di warê hunerê de bê dayîn, li dijî polîtîkaya pişaftinê bi lîstik û awazên erebî peyama dide civakê.
 
Bolat da zanîn ku herî dawî bi hevalê xwe Mehmet Alî Akar re, ji bo balê bikşînin ser êşên civaka Sûriyeyê ya ji şer bandor bûye, lîstika şanoyê ya BÎL-HDUD amade kirine û li heremê gelekî hatiye hezkirin.
 
‘ZAROK JI ÇANDÊ XERÎB IN’
 
Bolat da zanîn ku piştî çenda salan vegeriyaye welatê xwe, ferq kiriye ku di warê ziman û çandê de pirsgirêkên cidî dîtine û ev tişt got: "Xesara ku di salên 1980'yê de derketin holê, di sala 2005'an de bi vekirî dihat dîtin. Beşa zêde ya zarokan bi zimanê dayika xwe nizanibûn. Ziman ji bo me gelek girîng e. Çanda elewiyan li ser ziman ava bû. Zarokê ku bi erebî nizanibû ji çanda xwe biyanî bû. Bi çandê re pirsgirêkên cidî dijî. Ciwanê bi navê Mehmet Alî hevaliê min e û kesekî serwext e. Me bi hev re xebat meşandin. Di bin banê komeleyê de me koma şanoyê ya Dika Xeyalan ava kir. Me dest bi şanoya erebî kir. Malbat jî di vî warî de serwext bûn. Demên borî heta ji dayika dihat erebî hînê zarokan dikirin. Lê piştî xebatên me zarok hînê zimanê dayikê bûn."
 
‘LI GEL ZIMAN HUNER JÎ HEYE’
 
Bolat diyar kir ku piştî xebatên wan, li herêma wan di ziman û çandê de pêşketinek çêbûye, ev jî bi hêza hunerê derketiye holê. Bolat bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha pê de çû: "12 sal e em şanoyê dikin. Destpêkê me tenê dixwest em di şanoyê de ziman xweştir bikin û bidin hînkirin. Bi erebî jî lîstik dibin. Me xwest bi van xebatan em bidin nîşan ku bi erebî jî huner dikare bê kirin. Zimanê hunerê tenê ne tirkî ye, hunera her zimanî heye. Piştre me şanoyên ku peyamên cuda didin jî çêkirin. Herî dawî jî me lîstika li dijî şer çêkir. Me lîstika Muzaffer Îzgu ya 'Sinirda' (Li ser sînor) wergerî erebî kir. Lîstikek gelek baş a qerfî derket. Bawerim qet bi erebî şanoya drama nehatiye çêkirin, tişta tê kirin em dikarin bêjin ku drama ye. Bi kêfxweşî hat temaşekirin."
 
‘NE LEŞKER, YÊN WAN BI RÊVE DIBIN DIJMININ’
 
Bolat derbirî ku ciwanên ku serî li wan didin, di asta kûrsan de lîstikên şanoyê amade dikin û wiha axivî: "Ciwanên di qada lîstikvaniyêde bi pêş dikevin piştî demekê dibin lîstikvan û lîstikan dileyzin. Gelek ciwanên ku me bi pêş xistin, dema diçin zanîngehê tev li lîstikan dibin." Bolat bal kişand ser şerê 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê huner muxalîf be. Huner şer naxwaze. Cîhan niha bi ser hevde hildiweşe, Sûriyeya li ber serê me bi şerên dijwar re rû bi rû ye. Dema em televîzyonê vedikn, em nûçeyên mirinan dibînin. Ev ne şerê me ye. Tu leşker name dijmin, yen wan bi rêve dibin dijiminin."
 
‘HERÎ ZÊDE JI HUNERÊ DITIRSIN’
 
Bolat destnîşan kir ku Sûriye her dem birîneke wan a ku xwîn jê tê û komkujiyên ku bi destê DAIŞ'ê hatine kirin, dê ji bîr nekin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di qada hunerê de van mijarna derdixin pêş û bi mirovan didin temaşekirin. Rastiya van bûyeran em dikarin bi hunerê daynin holê. Ji mirovekê re heta ji we tê biaxivin, dibe hûn bandorê lê nekin, lê dema hûn rewşê nîşanî wî bikin hûnê dilê wî kelecan bikin. Em nijadeke kêmarin û yên kêmar di bin nivşên cuda de gelek caran dipelçiqin. Mixabin ji bo hûn hebûna xwe daynin holê tenê rêyek heye ew jî deng derxistin e. Hemû rejîmên ser dest ji hunerê hez nakin. Ji bo wê jî pêwîstî bi hunerê heye. Ji ber ku ji hunerê ditirsin. Mînak di fîlmê V for Vendetta de peyvek heye. Dibêje ku 'Polîtîkvan û hunermend derewan dikin, polîtîkvan ji bo rastiyan veşêrin derewan dikin, hunermend ji bo rastiyê bidin nîşan derewan dikin.' Armanca me jî ev e."
 
‘EM XWEDÎ LI ÇANDÊ DERDIKEVIN’
 
Bolat derbirî ku xebatên wan tenê bi şanoyê re sînor nîne, li gel şanoyê bi Koma Sakî re muzîkê jî dikin û di vê komê de stranan dibêje û axaftin axwe wiha bi dawî kir: "Gelek stranên di çanda elewiyên ereb de hatine ji bîrkirin û yên salên 1960-70'ê em ji nû ve şîrove dikin û amade dikin. Dewlemendiyên di çana me de careke din derdikevin holê. Stranên ku pîr û kalên me berê gotî hene. Berê li malan kom dibûn, sifre datînin û stran digotin. Em hem şanoyê dikin û hem jî bi Koma Sakî stranan dibêjin. Bi vê rêye çanda me careke din zindî dibe."
 
MA / Haci Yusuf Topaloglu