‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê

img

ÊLIH - Bi versiyona Dengbêj Reso leyîstika çîroka “Mem û Zîn” li ser dike zindî bû. Leyîstik li Êlihê cara çaremîn derket ser dikê û nîşanî şanohezan hat dayîn. 

 
Ji Şermola Performansê Mîrza Metîn derhêneriya leyîstika bi navê “Mem û Zîn” dike lê bi versiyona dengbêj Reso ku kilama wê vedibêje. Zelal Angay dramatoriya leyîstikê kiriye. Şanoger Pelda Bal, Kenan Demîr û Ronî Dildar jî wek leyîstikvan çîrokê li ser dikê zindî dikin. Leyîstik ev cara çaremîn e li ser dika Yenîsahneya Êlihê ku xebatên şanoyê bi rê ve dibe, derdikeve pêşberî şanohezan. 
 
Gelek şanohezan li leyîstikê temaşe kir. Leyîstik ji serî heta dawiyê ber performansek vebêjiyê qala çîroka Mem û Zînê dike. Leyîstikvanan performansek baş nîşan da û rastî eleqeyek mezin hat. Di leyîstikê de leyîstikvan Pelda carna dibe Zînê û Kenan jî carna dibe Memê û bi meqamê stranê diavêjin ber hev û evîna xwe vedibêjin. Leyîstik bi evîna bêdawî ya Mem û Zînê ku di oxira wê de bêmirin dibin, diqede. 
 
Mîrza Metîn dibêje çîrokek ku ne teksta şanoyê ye, çîroka Mem û Zînê ya versiyona dengbêj Reso raxistiye ser dikê.