KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist

img

AMED - KASED’ê li navçeya Çinarê di çarçoveya xebatên kargehên hunerî yên zarokan de bi zarokan re hat cem hev.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) li navçeya Çinarê ya Amedê bi zarokan re hatin cem hev. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî kargehên zarokan ên hunerî yên ji aliyê komeleyê ve hatin lidarxistin.
 
Di kargehan de bi zarokan re çalakiyên rûçik, xêzkirin û orkestraya rîtma xwezayî hatin lidarxistin. Kargehên ku tê plankirin du rojan bidomin dê sibê jî berdewam bikin.