Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin

img
AMED - Helîn Kiliçarslan ku ji zarokatiyê ve bi muzîkê re eleqedar dibe û niha dengbêjiyê dike got: "Ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê gelek kes berê xwe bidin vê qadê û xwedî li paşeroja xwe derkevin." 
 
Helîn Kiliçarlasan çanda dengbêjiyê ji xwe re esas girtiye û didomîne. Kiliçarslan ku li Jin MA'yê perwerde dibe, bang li her kesî kir ku xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin. 
 
Kiliçarslan ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê, di 7 saliya xwe de dest bi stranên kurdî kiriye. Kiliçarslan ku wekî zarokên din ên koroyê meta wê ew perwerde dike got: "Muzîk perçeyek jiyana min bû. Di malbata me de kesên bi muzîkê re eleqedar dibûn û muzîkjen hebûn. Wê demê ceryan tim diçû. Her cara ku ceryan diçû, li malê stran dihatin gotin. Xalê min Cemîl tim strana Xalê Cemîl digot." 
 
Kiliçarslan diyar kir ku gava 9 salî bûye gîtareke wê ya plastîk hebûye û paşê gîtareke berra stendiye û paşê li Tetwanê çûye dibistaneke hunerê. Kiliçarslan, bilêv kir ku wê çaxê mala xwe birine Stenbolê û got: "Ji ber ku ji koroya zarokan veqetiyam pir giriyam. Gava em çûn wekî ku her tişt ji dest min çûbe." Kiliçarlasn, anî ziman ku paşê li dibistan û koroyên dewletê stran gotine, lê belê muzîka li vira bandor li wê nekiriye û got: "Ji zarokatiya min ve muzîka min bi zimanê min e. Malbata min jî pir qîmetê dide vê. Ji lew re hemû ji çanda stranbêjî û dengbêjiyê tên. Lewma min jî tim dixwesr bitrêm û li hin enstrumanan bixim. Bavê min ez birim NÇM'ê. Min li wir dest bi tembûrê kir û 3 salê min bi muzîkê re derbas bûn. Herî dawî hatim Amedê û li vir ez hatim akademiyê. Ez hînî gelek enstrumanan bûm." 
 
BI ARAM TÎGRAN DEST PÊ KIR
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku piştî Aram Tîgran guhdar kiriye bala wê çûye ser dengbêjiyê û got: "Gava em bi baldan guh li kilaman bikin, em bê bibînin çîrokine mezin û xweş dertên pêşiya me." Kiliçarslan, anî ziman ku dengbêja herî zêde bandor lê kiriye Dengbêj Gazîn e ku di sala 2018'an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
DENGBÊJÊN JIN
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku ji ber ku di vê qadê de ye û vê çandê didomîne pir kêfxweş e û got: "Civateke me ya muzîkê heye; Jin MA. Em li vira stranên xwe aranje dikin û lê dixin. Em stranên aydê çanda xwe dibêjin û vê jî bi dengê jinê dikin." 
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê mirov pir bala xwe bide vê qadê û xwedî li pêşeroja xwe derkeve. 
 
MA / Ceylan Şahînlî