Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan

img
AMED - Zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiya ku Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û MED-DER'ê li dar xistin da. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li Parqa Enzelê ya navçeya Sûrê ya Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xistin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û perwerdekarên MED-DER'ê tevlî şahiyan bûn û destpêkê li Taxa Melîkahmedê bi kilaman li kuçeyan geriyan. 
 
Meşa bikilam ku li zarok jî tevlî bûn heta Parqa Enzelê berdewam kir. Zarokên ku parqê têje kirin destpêkê perwerdeya alfabeyê girtin. Piştre şahiyê bi dorê bi govend, boyaxkirin û gotina kilaman berdewam kir. 
 
Zarokên ku têra dilê xwe kêf kirin bi yek dengî kilama "Zimanê Kurdî" gotin. 
 
Şahiya ku ji aliyê welatiyên derdorê û malbatan ve jî bi eleqe hat şopandin bi belavkirina xelatên li zarokan bi dawî bû.