48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike

img

MANÎSA - Wênesaz Ramazan Sogûkpunar ku anî ziman dîroka "bêdemokrasîbûna" ya Tirkiyeyê xêz dike, komkujiyên li Roboskî, Şengal, Helebçe û Gara Enqereyê û gelek karesatên bi vî rengî xêz kirine. 

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê mamosteyê teqawidbûyî Ramazan Sogûkpinar, 48 sal in dîroka siyasî û komkujiyên Tirkiyeyê xêz dike. Sogûkpinarê 69 salî, cara ewil di sala 1974'an de wêneyên bûyerên siyasî xêz kirine. Wêneyên wî yên wê demê di hin kovarên polîtîk de hatine weşandin. Di dema 12'ê Îlonê de ji bo ku wêneyên wî neyên desteserkirin, malbata wî ew li baxçeyê malê di bin erdê de veşartine. 
 
Sogûkpinar ji ber mamosteyiyê heya demekê wêne xêz nekirine, lê di sala 1994'an de li Tekirdagê bi avakirina Mala Hunerê ya Rustempaşa cardin dest bi xêzkirinê dike. Sogûkpinar, li Tekirdag, Çorlû û Çanakkaleyê pêşane li dar xistine. Sogûkpinarê ku heya 2008'an li Tekirdagê bûye, piştî teqawid bûye mala xwe aniye Tûrgûtlûyê û li vir qata jor a xaniyê xwe ji xwe re kiriye atolye. Sogûkpinar ku dibêje dîroka "bêdemokrasiyê" ya Tirkiyeyê xêz dike, heya niha komkujiyên li Roboskî, Helebçe, Şengal, Gara Enqereym jî di nav de wêneyên Hrant Dînk, BErkîn Elvan û şoreşgerên di salên 1970'yî de jiyana xwe ji dest dane xêz kirine. 
 
Sogûkpinar, anî ziman ku bûyerên civakî û êrişên faşîst ên salên 1970'yî bandor lê kirine û ev yek berê wî daye xêzkirinê. Sogûkpinar got: "Di hunera xwe de rasteqîner im. Yanî teqez divê wêneyên min peyamekê bidin. Ev peyam car heye pir eşkere ye, car heye di hundirê kevalê de veşartiye. Ez hemû neheqî û zilma li welêt bi firçeya xwe didim der. Her wiha ez ji rêxistinbûyînê yeqîn dikim. Li welatê me ji salên beriya 80'yî bêtir neheqî, êriş û bêdemokrasîbûn heye. Ji bo vana ji nifşên bê re bikim belge, wan xêz dikim." 
 
'TU TIŞT NEGUHERIYE'
 
Sogûkpinar, bilêv kir ku di navbera salên 1970'yan  niha de tu ferqek tune ye û got: "Em di wêneyan de dibînin ku cardin zilm, pirsgirêk û binpêkirinên mafan hene. Hê jî qezayên madenan, komkujî hene. Îşkence, zilm û xizanî didomin. Bûrjûvazî neguheriye di warê rêvebiriyê de. Yanî fîgurên ku min wê demê xêz kirine neguherîne. Bes wechê wan guheriye. Mantiqa dewletê neguheriye." 
 
GIRTÎGEH XÊZ KIRIN
 
Sogûkpinar di wêneyên xwe de bal kişandiye ser rewşa girtiyên siyasî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û got: "Min şert û mercên girtîgehan xêz kirin. Em baş dizanin pergal girtiyan bi kar tîne. Gelek girtî hene, lê di nav vana de tevahiya cîhanê dizane ku bê Selahattîn Demîrtaş çawa hatiye girtin. Ev yek bandor li min kir û min ew xêz kir." 
 
DÊ BIKE PIRTÛK
 
Sogûkpinar, anî ziman ku her ku xêz dike teknîkine nû pêş dixe û got: "Di wêneyên min de teqez divê mirov, bûyer û mijar hebin. Ez wêneyên xwe li dor van hern sêyan xêz dikim. Di demên dawî de min hîn bêtir berê xwe daye xebatên mozaîkî. Gava diçim atolyeya xwe wekî ku biçim cîhaneka din. Tim dixwazim xwe biguherînim. Neketime etra lidarxistina pêşaneyan. Ez dixwazim xwe di wêneyên xwe de bibînim. Dixwazim wan wekî pirtûk çap bikim." 
 
Sogûkpinar, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hunermend jî nesîb ji zilmê digirin û ji ber hindê gelek hunermend li sirgûnê ne. Sogûkpinar, anî ziman ku lê dîsa jî divê hunermend tim di nava civakê de be û got: "Kesên hunermend divê hesas bin di warê civakê de." 
 
MA / Tolga Guney-Îbrahîm Coşkûn