Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû

img
AMED - Şanoya Bajar a Amedê, di meha mijdarê de bi 5 lîstikên cuda derkeve pêşberî şanohezan. 
 
Şanoya Bajar a Amedê, bernameya xwe ya meha mijdarê aşkera kir. Wê tevahiya mehê lîstika bi navê "Tartuffe" ku derhêneriya wê Ruknettîn Gun, lîstika bi navê "Hema Hema Jîn Elizabeth" ku Berfîn Emektar dike, lîstika bi navê "Serbaz" ku Hristo Boyçev nivîsandiye, lîstika bi navê "Delibo" ku Orçûn Ûral bi rê ve dibe û çîroka wê ku Mîne Sogût bi heman navî nivîsandiye û lîstika bi navê "5 Sevim Apartmanı" bên leyîstandin. 
 
Li gorî bernameya hatiye aşkerakirin; wê Tartuffe di 5-6'ê mijdare de, Hema Hema Jîn Elîzabeth di 11-19-20-26-27'ê mijdarê de, Serbaz di 13-14'ê mijdarê de Delibo di 17'ê mijdarê de û 5 Sevim Apartmani jî di 18'ê mijdarê de bên leyîstandin.