Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan

img
MÊRSÎN - Hunermendên kurd ku bertek nîşanî qedexekirina şahiyên NÇM’ê yên Stenbol û Edeneyê dan, diyar kirin ku qedexekirina şahiyan dijminatiya çand û hunera kurdî ye. 
 
Hunermendên kurd di pêşengtiya Komîsyona Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê de têkildarî qedexekirina şahiyên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) yên Stenbol û Edeneyê yên ji aliyê walitiyan ve li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Hunermendên kurd Kadîr Çat, Arîf Adali, Cejna Sarûhan û endamên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî Hunermend Kadîr Çat axivî. Çat, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û zilmê zêde bûne, gihiştine qada çand û hunerê û wiha got: “Gelek konserên li herêmê bi hincetên pêkenok hatin qedexekirin. Li rojavayê cîhanê konserên bi vî rengî nayên qedexekirin lê mixabin li erdnîgariya me bi taybetî şano, sînema û muzîka kurdî hewl tê dayîn bi awayekî bê astengkirin. Qedexekirina aktîvîteyên NÇM'ê divê bi tenê weke qedexeyekê neyê dîtin. Li vir şanoya kurdî, muzîka kurdî, çanda kurdî û zimanê kurdî tê qedexe kirin Ev nayê qebûlkirin û dijminatiya zimanê çand, huner û muzîka kurdî ye.”
 
‘EM Ê ÇANDA KURD BIDIN JIYANDIN’
 
Çat, bal kişand ser binçavkirina muzîkjenan jî û wiha axivî: “Ev pirsgirêkeke mirovî ye. Divê desthilat jî muxalefet jî vê baş bixwîne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd neqediyaye. Em ê weke hunermend çand û muzîka kurdî li kolanan jî bikin. Em li her derê tên qedexekirin ziman û çanda kurdî bidin jiyîn. Huner bêdeng nabe, nikare were bêdengkirin. Em van qedexeyan bi tundî şermezar dikin.”
 
‘AKP LI DIJÎ HUNERÊ YE’
 
Hunermend Alî Adali jî xebat û misyona NÇM’ê vegot û destnîşan kir ku zextên li NÇM’ê tên kirin weke ku li hemû saziyên hunerê hatiye kirine. Dayalı, diyar kir ku AKP weke bîrdozî li dijî hunerê ye.