Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan

img
ŞIRNEX - Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, diyar kir ku di 3 mehan de zêdetirî 300 xwendekaran ji Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan sûd wergirtiye û bi lêv kir ku armanca wan, bîra qeyûman hewl da jê bibin, zindî bihêlin.
 
Yek ji 6 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku qeyûm tayînê wan nehatine kirin Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê ye. Hevşaredar Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ku bi 133,5 milyon TL deyn, şaredarî wergirtin, tevî astengiyên li pêşiya wan, xizmeta ji bo gel didomînin. Yek ji van xizmetan jî Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan a di çarçoveya sozên dan ciwanan de hatiye çêkirine. Pirtûkxaneya ku di meha Tîrmehê de hat vekirin, bûye cihê xwendekarên ku diçin dibistanê û ji zanîngehê re amadekariyê dikin. Pirtûkxaneya ku li Kolana Hunerê ye 1600 berhemên dîrok, wêje, felsefe, çand û ziman têde hene û 34 xwendekar bi hev re dikarin têde bixebitin. 
 
ARMANC ZINDÎHIŞTINA DÎROKÊ YE
 
Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, da xuyakirin ku nifûsa navçeyê bi awayekî fermî ji 104 hezarî û bi awayekî ne fermî jî ji 130 hezarî derbas kiriye û anî ziman ku ji ber ku bajarekî li ser sînor e, ji cihên derdorê her tim koçê digire. Şavlûk, diyar kir ku ji ber vê yekê hejmara ciwanên dixwînin her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Ji ber ku pêwîstî bi cihekî heye ku xwendekar karibin bi hêsanî bixebitin û xwe bigihînin pirtûkan, me pirtûkxane vekir. Malbatên me qelebalix in. Dibe ku derfetên xwendekarên me yên li malên xwe bixebitin tine be. Weke şaredarî me xwest derfetekê bi şêweyê hem salona xwendinê hem jî pirtûkxaneyekê peyda bikin da ku derfetên xwendinê ji xwendekarên xwe re peyda bikin.”
 
Şavlûk, sedema navê pirtûkxaneyê Mîr Celadet Elî Bedîrxan jî wiha vegot: “Karê destpêkê yê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin bû hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan. Qeyûm, dixwazin navên ku dîrok û nasnameya gel in bi de ji bîr kirin. Me xwest bi vekirina pirtûkxaneyeke bi heman navî, li navçeya me vê dîrok û navî zindî bihêlin." 
 
AMADEKARIYÊN PIRTÛKXANEYEKE DIN
 
Şavlûk, bi bîr xist ku pirtûkxane hefteyê 7 rojan di navbera saet 08.00 û 17.00'an de vekirî ye û anî ziman ku her roj bi dehan xwendekar ji pirtûkxaneyê sûdê digirin. Şavlûk diyar kir ku di nava meh û nîvekê de zêdeyî 300 xwendekar ji pirtûkxaneyê sûd wergirtine û agahî da ku ji bo zêdetir xizmetê bidin ciwan û xwendekaran amadekariyên pirtûkxaneyên nû dikin. Şavlûk, destnîşan kir ku weke şaredarî ew ê di qada çand, ziman û perwerdehiyê de dê xebatên xwe bidomînin.
 
JI BO ALÎKARIYÊ MAMOSTEYEK LAZIM E
 
Berpirsyara pirtûkxaneyê Aynûr Yesûgey a 26 salî jî wiha axivî: “Her roj bi dehan xwendekarên dibistana navîn û lîseyê tên vê derê. Di heman demê de xwendekarên ku amadekariya ezmûna zanîngehê dikin jî tên. Her roja ku diçe hejmara xwendekaran zêde dibe. Em ji bo peydakirina cihekî xebatê yê guncaw çi ji destê me tê dikin.”
 
Aysel Yesûgey (20) a amadekariya zanîngehê dike jî bi lêv kir ku her roj saet di 08.00’an de tê pirtûkxaneyê û heta saetên dereng dersan dixebite. Yesûgey, diyar kir ku hem ji cihê xebatê hem ji pirtûkên di pirtûkxaneyê de sûd digire û xwest ku dema dersan dixebitin mamosteyek hebe ku alîkariya wan bike.