HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî

img

ENQERE - HDP'ê di salvegera 37'emîn a koça dawî ya helbestvanê kurd Cegerxwîn de daxuyanî da û ew bibîr anî. 

Hevberdevkên Komîsyona Nexşerêya Kurdî ya HDP'ê Dersim Dag û Salîm Kaplan ji bo bîranîna hosteyê mezin ê helbesta kurdî Seydayê Cegerxwîn ê ku 37 sal berê li Stockholmê ango li mişextiyê koça dawî kiribû daxuyaniyek belav kirin. 
 
Daxuyaniya HDP'ê ya bi sernavê "Em şairê mezin ê Kurd Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin!" wiha ye: 
 
"Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata Kurdî, nivîskar û şair Seydayê Cegerxwîn 37 sal berê ji nav me bar kir û koça xwe ya dawiyê kir. Cegerxwîn, di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Bi xebat û xîreta xwe bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî kir. Em di salvegera 37’emîn ya koça wî ya dawî de şairê mezin, yek ji nûnerên helbesta modern a Kurdî Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. 
 
HER TIM AZADIYÊ XWEST
 
Seydayê Cegerxwîn jiyana xwe li sirgûniyê bihurand. Û li sirgûniyê jî jiyana xwe ji dest da. Di sala 1984’an de bi beşdarbûna bi hezaran hezkiriyên xwe, li Qamişloyê hat veşartin. Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zordarî, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir. Di helbestên xwe de cih da daxwaza azadiyê ya gelê Kurd. Ji bilî zext û zordariyên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftinê, her wekî din, kêşe û neyeksaniyên civakî, xizanî, zora axayan a li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingehiyê û eşqa welat rengê xwe da helbestên Cegerxwîn û bandora xwe li ser çêbûna şexsiyeta wî ya civakparêz, welathez, aştîxwaz û azadîxwaz kir. 
 
QEYÛMAN ÊRIŞÎ CEGERXWÎN KIR 
 
Cegerxwîn di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye. Ji ber vê jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Nemaze di van salên dawî de, qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin; saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê wan ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan hatin guhertin, park hatin girtin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn, her wekî din nêrîn û zihniyeta desthilatî û qeyûman a li dijî hişûbîra gelê Kurd, dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd û hebûna Kurdan nîşan dide.
 
LI BER XWE DA 
 
Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û mîraseke mezin ji me re hişt. Em li ber bîreweriya wî bejna xwe ditewînin û di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."