Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Filma “Cîran” ê Derhênerê Kurd Mano Xelîl li Swîsreyê hêjayê Xelata filman ya Bernê hat dîtin. 

 
Filma metraja dirêj bi navê 'Cîran' behsa dirama li ser sînorê perçekirî yê Kurdistanê dike. Derhêner Mano Xelîl dibêje wan êşa kurdên li ser sînorê Rojava û bakurê Kurdistanê  hem bi awayeke diramatik hem mîzahî kişandine û nêzê 3 milyon dolar mesref lê bûye.
 
Filma Cîran ya bi derhêneriya Mano Xelil heta niha ji Şengayê bigire heta Kore, Lugano tevlî gelek festîvalên navnetewî bûye. Ev du heftene film li sînemayên Swîsre ye û ewropî eleqeyeke gelek zêde nîşan didinê. 
 
Çîroka film li gundekî li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas dibe.
 
Di dema darbeya eskerî ya salên 1980’yî de zilma li Tirkiyê ya li ser kurdan, bandor li van gundên Rojava jî dike. Ev filma metraja dirêj ku gelek leyistikvanên navdar yên kurd û ereb di sahneyekê de anîne cem hev li Swîsre hêjayê xelata Filman ya Bernê hat dîtin.
 
Ya ku herî zêde bala juriya Xelatan dikişîne aliyê mîzahî ya di nava dramê de ye.
 
JI BER KURD NAÇIN TEMAŞEYÊ XEMGÎN E 
 
Derhêner Mano kêfxweşiya xwe ya ji ber xelatê anî ziman lê ji ber eleqeya kêm ya kurdan xemgîniya xwe jî veneşart. Mano Xelîl wiha axivî: “Filma me li cîhanê dengek mezin veda, heta niha tevlî bi dehan festîvalên Navnetewî bûye, roja ku di medya cihanê de nûçe li ser neyê nivîsandin tine. Salonên sînemayê tije dibin lê mixabin di nava wan çavên min li kurdekî nakeve.”