Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî

img
SEMSÛR - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ku li Semsûrê nûnertiya xwe vekir Şerefxan Cizîrî got ku divê kurdî bijî û banga xwedî derketina li zimanê kurdî kir. 
 
Platforma Zimanê Kurdî, li Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Semsûrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkên Platformê Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba û Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê Zeyyat Ceylan tevlî civînê bûn. Her wiha nûnerên rêxistinên girseya demokratîk ên li bajêr jî di civînê de amade bûn. 
 
'EM LI ZIMANÊ ZIKMAKÎ XWEDÎ DERKEVEIN' 
 
Ji berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî ku vekirina nûnertiya platformê ya bajêr ragihand, bang li şêniyên Semsûrê kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û ev tişt got: "Divê kurdî bijî. Bila rojên me yên xweş û nebaş bi kurdî bin. Weke ku Apê Mûsa gotiye, 'Bila fîqa we jî bi kurdî be'." 
 
'PÊWÎSTIYA ME BI HER KESÎ HEYE'
 
Cizîrî, destnîşan kir ku Semsûr ji bo kurdî bajarekî qedîm e û ev tişt anîn ziman: "Armanca me ew e ku bi vê platformê xwe bigihînin hejmareke zêde ya mirovan. Ku ne tenê endamên partiyên siyasî yên di nava platformê de cih bigirin, her kesên ji zimanê Kurdî hez dikin. Pêdiviya me bi her kesê ku bi zimanê Kurdî ve girêdayî ye û dixwaze tevkariyê bike heye. Di vê platformê da ji bo her kesî cih heye. Li vir tiştek heye ku her kes ji hev fêr bibe. Yê ku me bîne cem hev zimanê me ye. Îro divê em mijarên ziman têxin rojeva siyasî. Pêwîste zimanê dayikê bi destûra bingehînî were ewlekirin. Em hemû bi hev re dikarin vê bikin. Eger wê wekhevî hebe, divê beriya her tiştî bi ziman be."